Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi koma 193’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 193’emîn, di roja 995’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 193’emîn, di roja 995’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 192’emîn Zerya Benek daxuyanî xwand.

‘Bi serkeftina pêvajoyê re wê hemu gelên li Rojhilata Navîn bikaribin wekhev bijîn’

Di daxuyanî de ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ wiha tê gotin: “Pêvajoya ku em têre derbas dibin çiqas girîng be, ewqas jî girane. Li Rojhilata Navîn her diçe şer û pevçûn zêdetir dibin. Bi taybet van demên dawî li Kurdistanê êrişên şerê sar her ku diçe kûrtir dibin. Her çiqas pêvajoya ku Rêber Apo dayî destpêkirin, ji bo hemu mirovahiyê xilasbûneke jî, hîn desthilatdarên heyîn naxwazin ku aştî û aramî çêbibe. Di demek wisa de Rêber Apo wek her car bi hêz û felsefeya xwe pêvajoyek nû da destpêkirin. Bi vê pêvajoyê wê hemu gelên li Rojhilata Navîn bikaribin wekhev bi nasname û çanda xwe jiyan bikin.”

‘Rêber Apo ji bo me xeta sor e’

Di dawiya daxuyaniyê de biryardariya berdewamkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi van gotinan hat îfade kirin: “Em jî wek civaka Kurd bi taybet wek wargeha Mexmûrê bi raman û hizrên Rêber Apo berxwedaniya xwe hîn mezintir dikin û hebûna xwe îsbat dikin. Rêber Apo ji bo me xeta sor e. Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi awayekî herî xurt dewam dike. Em jî wek hunermendên wargeha Mexmûrê bi tevlîbûna çalakiyê, dixwazin bi cih bînin û ji bo pêvajoyê bibin bersiv. Heta ku em Rêberê xwe bi fîzîkî azad li gel xwe nebînin wê têkoşîn û berxwedana me berdewam bike û em ê bi deng, reng, saz, şano û hebûna xwe ya hunerê xwedî li Rêberê xwe derkevin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 193’emîn dawî bû.