Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome
Çalakvanên çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ev nêzî du sal in bê westan û rawestan ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah di çalakiyê de ne.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 135’emîn, di roja xwe ya 191’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirkirin ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 134’emîn Zozan Pîran daxuyanî xwend.
‘Dewletê heta niha ti gavên erênî ne avêtiye’
Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandina ser pêvajoyê û ev tişt hat gotin: “Di nava şert û mercên îşkencexaneya Îmraliyê de Serokatî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bernameya xwe amedekiriye. Heta niha ji aliyê dewletê ve li beramberî bangawaziya dîrokî gavên erênî û berbiçav nehatine avêtin, li rexa wê di gelek aliyan de hîna jî êrişên qirkirinê dewam dikin.”
‘Bi xwedîderketina li erkên xwe emê bigihijin serkeftinê’
Di dawiya daxuyaniyê de biryardariya berdewamkirina çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha hate ziman: “Em ji serokê xwe bawerin û bi xwedîderketina li erkên xwe emê bigihijin serkeftinê. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd emê çalakiyên xwe bidomînin. Em ê di avakirina jiyana Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo tê hunandin û ji bo hemu gelên Cîhanê dibe hêvî de rola xwe bilîzin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 135’emîn û dirûşmeyan dawî bû.