Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 53’emîn didome

Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev 9 mehin di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmeha 2023’an de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 53’emîn û biryardariyek xurt didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 52’emîn Sîpan Yaman axivî.

‘Rêbertî hebûn û nasname da ciwanan’

Sîpan Yaman di destpêka axaftina xwe de ev tişt got: “Em di mehek pîroz û bi wate de ne. Divê mehê de Rêber Apo ji dayîk bûye û jiyana gelê Kurd ji nûve bi wate buye. Gelê Kurd li hemberî taritiya ku dewletên desthilatdar li ser ferz dikirin bi ji dayîkbûna Rêbertî re êdî ji bo azadiya xwe gavek girîng avêt. Yê ku jiyan û hebûn dayî me û bi taybet ciwan û jinên ciwan kirî xwedî nasname Rêberê gelê Kurd e.”

‘Ji bo hilweşandina faşîzmê divê têkoşîn were mezinkirin’

Sîpan Yaman bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Bi salane li ser Rêbertî tecrîdek giran tê meşandin û ev demeke dirêje bi tu şêweyî agahî jê nayê girtin. Ev rewş cihê gumanê ye. Ji bo ku em bikarin tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî bişkînin pêwîstiya me bi hîn zêdetir bi têkoşîn, girêdanbûna bi fikir û felsefeya Rêbertî, di asta îdeolojiya Rêbertî û Konfederalîzma Demokratîk de xwe kûrkirinê heye. Ji bo ku em bikarin faşîzmê hilweşînin divê em têkoşînê hîn mezintir bikin û divê têkoşînê de erk û mîsyona herî girîng bi taybet dikeve ser milê jin û ciwanên gelê Kurd.”

Sîpan Yaman di dawiya axaftina xwe de dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uweyş Ocalan bi bibîranî û merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyan bi dawî bû.