Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev saleke zêdetire di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne.

Mexmûr - Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev saleke zêdetire di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 113’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 112’emîn Abdullah Mijînî axivî.

‘Em wek gelê Kurd benda daxuyaniya dîrokî ya Rêber Apo ne’

Abdullah Mijînî, diyar kir ku wek gelê Kurd benda nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û wiha axivî: “Em wek gelê Wargehê ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiyê de ne û heta dawiyê wê têkoşîn û berxwedana me bidome. Rêber Apo 26 salin li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin. Li dijî Rêber Apo gelek polîtîkayên qirkirin û înkarkirinê hate meşandin, lê Rêber Apo bi têkoşîna xwe tevahî êrişan vala derxist. Îro fikir û felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê belavbûye. Em wek gelê Kurd benda daxuyaniya dîrokî ya Rêber Apo ne. Divê em wek gelê Kurd jî bibin yek û destê Rêber Apo xurt bikin.”

Abdullah Mijînî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hêvî dikin ku çalakiya me bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û tevahî gelan. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin bila di vê pêvajoyê de rabin ser piyan û têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyan dawî bû.