Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê 588 roj li pey xwe hişt

Çalakvanên Wargeha Mexmûrê ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya xwe ya nobetê di roja xwe ya 588’emîn de bi biryardarî didomînin.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan ku 20’ê Tîrmeha 2023’an de li Wargeha Penaberan a Şehît Rustem Cûdî(Mexmûr) hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 116’emîn di roja xwe ya 588’emîn de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 115’emîn Edban Yilmaz axivî.

‘Fikrên Rêbertî li cîhanê belav bûye’

Edban Yilmaz di destpêka axaftina xwe de çalakiyên çar parçeyên Kurdistanê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd didomin silav kir û wiha got: “Ev 26 sale tevahî Kurdistan û derveyî welat gelê Kurd û dostên wî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyê dene. Rêber Apo di nava girava Îmraliyê de astekî herî bilind de di nava berxwedaniyekê de ye û tevahî cîhan hemberî vê seknê matmayî maye. Hêzên desthilatdar dixwestin fikir û ramanên Rêber Apo di Îmraliyê de bihêlin lê fikrên Rêbertî li cîhanê belavbûye.”

‘Fikrên Rêber Apo ji bo me xeta sor e’

Edban Yilmaz diyar kir ku pêvajoyeke girîng destpêkiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev demeke pêvajoyeke girîng hatiye destpêkirin ku em jî wek gelê Kurd heya dawiyê li kêleka Rêber Apo ne. Fikrên Rêber Apo ji bo me xeta sore.  Îro jî em pir keyfxweşin ku me agahiyek girtiyê ku wê hevdîtin bi Rêber Apo re bê çêkirin. Her çiqasî dewlet mijara çareseriyê de ne zelal be jî em wek gelê Kurd zelalin û wek wargeha Mexmûrê jî silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re dişînin.”

Dayîka bi navê Xanim Benek jî ku ev nêzî du sale di çalakiya nobetê de ye hestê xwe yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha anî ziman: “Ez silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo, gerîla û hevalên zindanan re ne dişînim û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe em dev ji çalakiya xwe bernadin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 116’emîn û dirûşmeyan dawî bû.