Çalakiya nobeta “edaletê” di roja 228’an de ne

Malbata Şenyaşar di roja 228’an a çalakiya nobeta “edaletê” dixwaze dengê xwe bide bihîstin.

Riha- Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di roja 222’an de ji ber dawiya efteyê ye û edliye betlaneye li mala xwe dewam dike.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 228’emîn de didome. Malbat li “Quncê Edaletê yê Malbata  Şenyaşar” ê li pêş Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kirin. 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam parve kir: “Edaleta ku her kes li bendê bû wê li Rihayê ji dayik bibe! Wê tevahiya Tirkiyeyê ronî bike. Dayikên ku li Tirkiyeyê li dijî zilmê serî natewînin, wê edaletê ji nû ve bînin.”