Çalakiya nobeta “edaletê” di roja 200’an de ye
Emîne Şenyaşar û kurê wî Ferît Şenyaşar 200 roj in li ber Edliyeya Rihayê li bendê ne ku rayedar dengê wan ê ji bo edaletê bibihîzin.

Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Rihayê di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin ket roja 200’an.
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de hatin cihê ku weke "Quncika Edaletê yê Malbata Şenyaşar" tê binavkirin bi dowîza "Ji bo her kesê edalet " dest bi nobeta xwe kirin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir; "Em li ber Edliyeya Edaletê ya Rihayê ji bo edeletê200 roj in li bendê ne. Ji bo ku pêvajoya hiqûqî bixebite em ê tevî 200 parêzeran bi dozgerê giştî re hevdîtinê bikin. Em hêvîdar in ku dozgerê berpirsyar dê pêvajoya dadrêsî ya ku dê malbata me û raya giştî razî bike bide destpêkirin."
Parêzer dê daxuyaniyê bidin
Li ser banga Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) a Şaxê Rihayê tê payîn ku îro bi sedan parêzer beşdarî Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê bibin.
Her wiha di saatên sibehê de pêşiya edliyeyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Beriya daxuyaniyê Emîne Şenyaşar û kurê wî Ferît xwestin li ber deriyê edliyeyê wêneyên bûyerê daliqînin
Piştî ku polîsan ew wêne dîtin desteser kirin. Her wiha pankarta ku malbatê vekiribû jî desteser kirin ji ber wê di navbera malbata şenyaşar û polîsan de demej nîqaş derket.