Çalakiya nobeta “edaletê” di roja 138’an de ne
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li gel hemû bêdengiya heyî jî bi înat nobeta xwe ya edaletê dewam dikin.
Riha - Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê di encama êrîşa xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahim Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi mehan e li pêşiya Edliyeya Rihayê bi kurê xwe Ferît ê di bûyerê de bi birîndarî xilas bibû re nobeta “edaletê” dane despêkirin. Ji ber îro dawiya heftê ye Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li mala xwe ya li pirsûsê di roja 138’an de çalakiya xwe didomînin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê ev daxuyanî par kir: “Marê ku dest min nede bila hezar salî bijî. Hişmendiya egoîst dê ji yên ku li mafên xwe digerin, qet fam nake. Li dijî vê pergalê, wê hertim parazvanên EDALET’ê hebin. Yên qezenc bikin dê hebin. #SenyasarAilesiİcinAdalet, ji her kesî re Edalet.”