Çalakiya konvedanê ya pêşiya NY di roja 35’emîn de bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin a li pêşiya NY hatibû destpêkirin bi dawî bû. NY nameyek radestî Hêzên Parastina Civakî HPC û HPC-Jin kir.
Qamişlo- Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin ku di 12’ê Tebaxa meha borî de bi dirûşma “Edalet û wijdana we li ku ye” bi armanca şermezarkirina kiryar û êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser gelên heremê hatibû destpêkirin, îro di roja xwe ya 35’an de bi dawî bû.
Hêzên Parastina Civakî HPC û HPC-Jin der barê bidawîkirina çalakiya konvedanê, meşek li dar xistin. Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo yên beşdarî meşê bûn û bi dirûşmeyên li hemberî şîdet û êrişên dewleta tirk û hedefgirtina gelê herêmê bang kirin. Meş ji Stadyuma 12’ê Aadrê dest pê kir û li ber konê çalakiyê ya li pêşiya NY rawestiya.
Nameya NY ji bo HPC û HPC-Jin..
Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo di çarçoveya çalakiya konvedanê de û ji ber daxwazên gel a sekinandina li pêşiya kiriyarên dewleta tirk a dagirker, nameyek radestî HPC û HPC-Jin kir.
Di nameyê de wiha hat gotin:
“Êrîşa ku di 18’ê Tebaxê de li Hesekê pêk hatibû û di encamê de 4 keç hatibûn qetilkirin û 11 jî birîndar bûbûn, her wiha bûyera di 19ê Tebaxê de jî hatibû ragihandin ku di êrîşa li ser sûka bajarê Babê de 13 sivîl hatin kuştin ku 4 ji wan kur û keçek bûn tevî 9 jê zarok 38 kesên din birîndar kirin. Ev karesetên hovane careke din nîşan didin sivîlên ku gelek ji wan zarok û jin in, hîna jî ji ber şer û pevçûnên berdewam li herêmên Sûriyê rastî êş û azarê ne. Em bang li hemû aliyan dikin ku hemû tedbîran werbigirin ji bo kêmkirina ziyanên sivîlan û bi erkê xwe yên parastina sivîlan tevbigerin. Netewên Yekbûyî li Sûriyê sersaxiyên xwe yên kûr ji malbatên qurbaniyan re dixwaze û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwaze, her wiha pabend e ku bi hemû aliyên peywendîdar re kar bike ji bo Sûriyeke ewle û geş. Di nav de banga çareseriyeke siyasî ya domdar ji bo hemû Sûriyan, misogerkirina parastina sivîlan girîng e ji bo paşerojeke ku tê de Sûriyeyî bikarin jiyana xwe ji nû ve ava bikin û bêyî tirsa tundiyê bijîn.”
“35 rojan HPC-Jin berxwedanî kir”
Endama Hêzên Parastina Civakî HPC-Jin Fadya Silêman ku beşdarî vê çalakiyê bûbû wihaa got: “Çalakiya ku me dab destpêkirin di 12’ê tebaxê de ji bo tevahî gelê kurd û pêkhateyên herêmê bû, ev çalakî li hemberî kiryarên dewleta tirka dagirker û balafirên wê yê ku nayên rawestandin hat dayîn li pêşiya NY. Me dengê xwe dişand ji neteweyên yekbûyî re ji ber ku ew in yê ku berpirsyartiya seknandina van êrîşan ji wan tê xwestin, da ku em encameke baş werbigirin û gelê xwe ji xeteriya dewleta tirk xilas bikin. Wekî HPC-Jin me bi hev re û bi yek destî 35 rojan çalakiya xwe domand û berxwedanî kir, helbet em ê encameke serkeftî bi dest bixin.”
“Me encam bi dest xist”
Endama Hêzên parastina Civakî HPC-Jin Wetha Wanikî destnîşan kir ku encamek ji vê çalakiyê hat bidestxistin û wiha axivî: “Ji ber bidawîkirina konê çalakiyê me îro meşek lidar xist û bi sedan şêniyên Kantona Qamişlo tê de beşdar bûne. Nêzî 35 rojan konê me li dar bû, ji xwe bi pêşengtî û piştgiriya HPC, HPC-Jin û Rêxistina Kongreya Star bû. Bêguman tevahî şêniyên me piştgirî dan vê çalakiyê û rojan ji bajarek anjî navçeyekê hin beşdar dibûn. Gelek hevdîrtin navbera me û NY de çêbûn, helbet encamek ji vê çalakiyê hat bidestxistin û nameyek radestî me kirin, em hêvîdar in ku bi rastî jî li ser xalên vê nameyê were sekinandin û ev êrîşên dewleta tirk ser gelê me werin rawestandin.”