Çalakiya konvedana Rûmetê li Şehbayê bi dawî bû
Yelîtiya Êzîdiyan û Yekîtiya Jinên Êzîdiyên rojava ji bo piştgiriya berxwedana Şengalê li dijî dagirkeirya dewleta tirk bikin, kona rûmetê li navçeya Ehrezê ya Şehbayê ev bû 3 roj vedane û bi dawî kirin.
Şehba- Yekîtiya Êzîdiyên Efrîn û Yekîtiya Jinên Êzîdiyên Rojava çalakiya konvedanê li qada navçeya Ehrez a kantona Şehbayê di 20'ê Tebaxê li dar xistin îro bi dawî kir. Armanc ji vê çalakiyê ew e ku êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Şengalê şermezar bikin û piştgiriya Êzîdiyên Şengalê bikin. Cihê çalakiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên ku di encama êrîşên ku li ser Şengalê pêk hatine şehîd bûn hatibûn xemilandin. Di roja dawî ya çalakiyê de Tevgera çand û hûner, Tevgera hîlala zêrîn, Tevgera ciwanên Şoreşger, Desteya jin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên herêma Efrînê amade bûn.
"Em piştevaniya gelê Şengalê ne"
Rêvebera çand û huner a Yekîtiya Êzîdiyên efrînê Mîdiye Çawîş wiha got: "Ev bû sê rojin çalakiya konê rûmetê û berxwedanê me ji bo em piştgiriya berxwedana Şengalê bikin, li dar xistine. Niha gelên Şengalê di bin êrîşên dewleta tir a dagirker re rû bi rû dimînin û em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Dewleta tirk a dagirker her tim dixwaze gelê Şengalê li ser rûyê erdê tune û qir bike di heman demê de jî her tim dixwaze gelê Şengalê di fermanan re derbas bike û dîroka fermanên ku li ser Şengalê pêk hatine careke din dubare bike."