Çalakiya kon a ciwanên herêma Firatê bi dawî bû

Çalakiya kon a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ku di bin silogana "Êrîşên li dijî sivîlan derveyî pîvanên mirovahî û exlaqî ne" hatibû li darxistin, bi dawî bû. Endamên Tevgera Ciwanan teqez kirin ku wê çalakiyên wan bi rêbazên cur be cur dewam bikin.

 
Kobanê- Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êrîş û topbarana dewleta tirk ya ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet jî êrîşa li ser endamên wan ku 25`ê Kanûna 2021`an di encama bombebarana balefirên bê mirov ên dewleta tirk 6 ciwan û jinên ciwan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Her wisa li hember topbarana ku di 8`ê Çile de pêk hat û di encamê de 15 kes birîndar bûn û welatiyekî jiyana xwe ji dest da, di 16`ê Çile de dest bi çalakiya kon kirin. Kon li qada şehîd Egîd hat vegiritn, di dirêjahiya hersê rojan de tevahî sazî, rêxistin, partî,deste,meclîs, komîn û şêniyên herêma Firatê serdana kon kirin û helwestên xwe nîşan dan, rojane bi çalakiyên cihêreng dewam dikir. Di roja sêyemîn û dawî ya kon de şandeya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya bajarê Tebqa serdana kon kir. 
"Helwesta me ya li hember dagirkeriyê zelal e"
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Hebûn Mihemed behsa atmosfera kon a di sê rojan de kir û got: "Me weke ciwan xwest ku domandina berxwedaniya gelê herêmê nîşan bidin, her wiha ji bo em idayên ku dibêje Kobanê ji gelê wê vala bûye, vala derxin. Em gelê Kobanê heta vê kêliyê jî li ser axa xwe ne û em ji dagirkeriyê natirsin. Êdî hemû cîhan asta vîna gelê Kurd nas dike, ji ber vê dewleta tirk bi êrîşên cur be cur hewil dide ku vîna me têk bibe û me lewaz bike. Lê yê ku êrîşî vîna me bike, emê deh caran êrîşî vîna wan bikin. Pêşengiya vê yekê jî wê ciwan bikin. Di bin konê çalakiyê de jî ev peyam hatin dayîn û helwesta me jî zelal e."
"Emê li dijî êrîşan ranewestin"
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Şîlan Miso behsa çalakiyên xwe yên di pêşerojê de kir û got: "Êrîşên dewleta tirk yên li ser herêmên me domdarin, lê di van rojan borî de êrîş dijwartir bûn. Me jî weke Ciwan li qada şehîd Egîd kon vegertin da ku em girêdana xwe ya bi vê axê re diyar bikin. Me di van sê rojên çalakiyê de helwestên ciwan, jin, extiyar, rêveberî û malbatên şehîdan jî raghand. Li ser vê bingehê çalakiyên me dewam dikin, emê li kolan, kolan û li tax, tax têbikoşin. Emê bi taybet jî rihê şerê gelê şoreşgerî di nava civaka xwe de bihêz bikin û hemû êrîşan jî vala derxin."