Çalakiya ji bo dîtina Gulistan Doku hatî despêkirin dewam dike

Çalakiya bi boneya dîtina Gulistan Doku li pêş Edliyeya Dêrsimê ji aliyê malbatê ve hatî despêkirin 11 roj in berdewam dike.

 
Dêrsim - Çalakiya rûniştinê ya malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ku ji 5’ê çileya 2020’an ve li Dêrsimê winda bû û agahî jê nayên girtin, a li pêş Edliyeya Dêrsimê daye destpêkirin di roja 11’emîn de berdewam dike. Dayik Bedriye û bav Halît Doku yên hatin pêş avahiya edliyeyê, wêneyên keça xwe hilgirtin û aqûbeta wê pirsîn.  
Platforma Jinan a Dêrsimê bi serdanê piştgiriya malbatê kir.