Çalakiya greva birçîbûnê ya Ezîze Muradiyan didome

Ezîze Muradiyan a li bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hate bivçavkirin, 9 roj in li dijî nezelaliya di binçavkirina xwe de û astengkirina lênihêrîna bijîşkî, di greva birçîbûnê de ye.

Navenda Nûçeyan – Ezîze Muradiyan, di 30’ê Mijdara 2025’an de li cihê wê yê kar a li Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û birîn navenda binçavkirinê. Di dema binçavkirinê de telefon û hinek tiştên wê yên şexsî hatin desteserkirin û malbata wê der barê rewşa wê de nexwedî agahî ye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Ezîze Muradiyan li dijî nezelaliya di binçavkirina xwe de û astengkirina lênihêrîna bijîşkî, dest bi greva birçîbûnê kiriye. Ezîze Moradyan bi pirsgirêkên helandinê re rû bi rû ye û heta niha destûr nehatiye dayîn ku malbat û parêzerê wê pê re hevdîtinê bike.

Li gorî parvekirinên torên sivîl û aktîvîstên Kurd, Ezîze Moradyan ji 21’ê Kanûnê û vir ve bir armanca balkişandina li ser şert û mercên girtina xwe û tenduristiya xwe di greva birçîbûnê de ye. Medyaya herêmî û rêxistinên civaka sivîş, daxwaza mudaxeleya bijîşkî ya lezgîn û bi awayekî şefaf eşkerekirina sûcdariyan û pêvajoyên qanûnî yên li dijî Ezîze Moradyan dikin.

Parêzvanên mafên mirovan jî, fikarên xwe yên der barê girtinên bêyî biryara dadgehê û sînordarkirinên xwegihandina parêzer de anîn ziman û destnîşan kirin ku dozên heman awayî, fikaran li ser tenduristî û mafên girtiyan zêde dikin.