Çalakiya Emîne Şenyaşar ya “edaletê” di roja 53’an dene
Emîne Şenyaşar a hevjînê xwe û du kurên xwe windakirî û kurek wê jî di girtîgehê de ne bi kurê xwe Ferît Şenyaşar 53 rojin di nobeta “edaletê” de ne.

Riha - Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên xwe, di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta xwe ya bi daxwaza “Edaletê” ya li pêş Edliyeya Rihayê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re da destpêkirin, di roja 53’yemîn de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar ku ji ber qedexeya derketina derve çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe dewam dike li ser hesabên xwe yên medya civakî ev parvekirin kir: “Sînordarkirina fîzîkî wê nekare têkoşîna me ya EDALETÊ asteng bikin. Em ê di her şert û mercî de daxwaza xwe ya EDALETÊ bînin ziman û dev jê bernedin. Ji bo soza piştevaniyê ya têkoşîna me ya EDALETÊ, em spasiya Baroya Mêrsînê, Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê û Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê dikin.”