Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 21’an de ye

Çalakiya Emîne Şenyaşar li ber meclîsê di roja 21’an de didome. Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş serdana Emîne Şenyaşar kir û got: “Pêbawerî bi edaletê û hiqûqê pêk tê.”

Enqere- Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Pirsûs a Rihayê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl ve hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî girtî, çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Meclisê daye destpêkirin didomîne. Çalakî îro di roja 21'emîn de berdewam kir.

Emîne Şenyaşar behsa pêvajoya qetlîamê û qewimandinên piştî qetlîamê kir û carek din daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û banga berdana lawê xwe Fadil Şenyaşar ê girtî kir.

Parlamenterên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Dîlan Ayan Kunt serdana Emîne Şenyaşar kirin.

‘Berxwedanek bi wateye’

Meral Daniş Beştaş da zanîn ku Meclis bi awayek zanebûn xwe li ber daxwaza malbata Şenyaşar bêdeng dike û bertek nîşanî Serokê Meclisê û Erdogan da ku guh nadin daxwaza Emîne Şenyaşar. Meral Daniş Beştaş bal kişand ser berxwedana Malbata Şenyaşar ku bi salane didome û got: “Berxwedanek gelek watedar e. Heke Meclis nebe muxatabê vê yekê gelo wê bibe muxatabê çi? Meclis çi karî dike?”

‘Pêbawerî bi edaletê û hiqûqê pêk tê’

Meral Daniş Beştaş daxuyaniya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, “Wê pêbaweriya Meclisê were şikandin” bi bîr xist û got: “Nepêbaweriya herî mezin bêedaletî ye. Nepêbaweriya herî mezin zilm e. Nepêbaweriya herî mezin ew e ku darazê kirine amûrên xwe. Nepêbaweriya herî mezin necezakirina kujeran e. Pêbawerî bi edaletê û hiqûqê pêk tê.”