Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 11’an de ye

Emîne Şenyaşar a ku 11 roj in nobeta xwe ya edaletê li ber meclisê didomîne bi gotina: “Ev çi dewletek neheq û xayîn e. Kurên min çi kiriye” bang li rayedaran kir.

Enqere- Di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrişî dikana malbata Emîne Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û yek jî hat girtin. Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar li Meclisê daye destpêkirin di roja 11’emîn de didome. 

Emîne Şenyaaşr ku li ber Serokatiya Meclisê daxwaza edaletê kir, diyar kir ku heta bi Serokomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne dê çalakiya xwe bidomîne û wiha bi lêv kir: "Kurê min berdin. Ez bi rojan e bi vê rewşa xwe ya nexweş li vê derê me. Êdî ez nikarim vê zilmê ragirim. Ev çi dewlet e. Ev çi dewleteke neheq û xayîn e. Kurên min çi kiriye?"