Di 24 saetan de 640 êrîş
Di 24 saetên dawî de li herêmên cuda yên Îranê bi sedan êrîş hatine tomarkirin û di encamê de bi dehan mirin û birîndarî çêbûne.
Di 24 saetan de 640 êrîş
Di 24 saetên dawî de li herêmên cuda yên Îranê bi sedan êrîş hatine tomarkirin û di encamê de bi dehan mirin û birîndarî çêbûne.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporek Ajansa Nûçeyan a HRANA, di roja dawî de li 17 parêzgehên welêt di 130 bûyeran de herî kêm 640 êrîş hatine tomarkirin. Di encama van êrîşan de bi tevahî 68 kes, di nav wan de leşker û sivîl jî hene ya birînda bûne ya jî jiyana xwe ji dest dane. Ev êrişên berfireh ji destpêka salê heya niha didome.
Raporên ku gihîştine destê HRANA jî nîşan didin ku gelek welatiyan cejna Newrozê ji bo derketina ji bajarên mezin wekî derfetek dîtine. Ev yek jî bûye sedem ku li bakurê welat trafîk zêde bibe.
Li gorî daneyên ku ji hêla HRANA ve hatine tomar kirin û piştrast kirin, di 29 Esfand 1404 (20’ê Adar) de herî kêm 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 8 sivîl jî birîndar bûne.
Li gorî daneyên giştî yên ku ji hêla HRANA ve ji destpêka pevçûnê li 9 Esfand heta weşandina vê raporê hatine peyda kirin, herî kêm 1,398 sivîl (di nav de 210 zarok) jiyana xwe ji dest dane. Her wiha, 1,165 leşker hatine kuştin, û rewşa 657 kesan ne diyar e.
Di vê navberê de, hin amarên fermî yên hatine weşandin windahiyên girîng li parêzgehan nîşan didin. Li gorî Cîgirê Waliyê Ewlehiyê li Loristanê, 80 leşker û 64 sivîl mirine, 2,427 kes birîndar bûne, ku piraniya wan sivîl in.
Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku 1,016 birîndar niha li navendên tenduristiyê têne dermankirin û ji destpêka pevçûnê ve zêdetirî 208,000 kes hatine dermankirin û derketine.