Çalakiya Emîne Şenyaşar a “edaletê” bi lorandinê didome

Çalakiya rûniştinê ya ku Emîne Şenyaşar bi kurê xwe re bi daxwaza "edaletê" li ber Edliyeya Rihayê da destpêkirin di roja 8'an de berdewam dike. Polîsan bi zorê xwest wan ji qadê dur bixin, Emîne yê jî bi lorînan tiştê jiyayî anî ziman.

Riha - Li navçeya Pirsûsa Rihayê beriya hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an di 14'ê Hezîranê de parêzvanên parlamanterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn û di encamê de Hecî Esvet Şenyaşar, zarokên wî Adîl û Celal Şenyaşar qetil kiribûn û Fadil, Mehmet û Ferît Şenyaşar jî hatibûn birîndarkirin. Ji bo ku bûyer bê ronîkirin û kiryar bên darizandin Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo edalet bê bicihanîn 8 roj in di nobetê de ne. 
Emîne û lawê xwe ku xwestin bi Serdozgerê Komarê yê Rihayê re hevdîtinê bikin heta niha ji wan re tu bersiveke erênî nehatiye dayîn. Emîne duh bi îdiaya "Heqaret li karmendê dewletê kiriye" hatibû binçavkirin. Piştî îfadeya wê hat girtin serbest hat berdan û careke din vegeriya ber edliyeyê.
Emîne û lawê wê negirtin baxçeyê edliyeyê
Emîne û lawê xwe hatin ber edliyeyê, xwestin çalakiya xwe bidomînin lê nehiştin bikevin bexçeyê edliyeyê. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got, "Dozger baxçeyê edliyeyê li me qedexe kir û nehişt ku em di derî re jî derbas bibin. Hemû cîhanê banga me ya edaletê bihîst lê Wezîrê Edaletê nebihîst."
Emîne û lawê wê Ferît ku nehiştin bikevin bexçeyê edliyeyê li ber derî çalakiya xwe didomînin.