Çaglar Demîrel ji sûcê ‘heqaret li serokomar kiriye’ beraet kir

Di doza ku der barê parlamentera berê ya HDP'ê Çaglar Demîrel de bi îdiaya "Heqaret li serokomar kiriye" hat vekirin de, biryara beraetê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Danişîna doza ku der barê parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demîrel de ji ber gotinên “Qesr, ji Îsraîl û Rûsyayê re çok datîne û lava dike” bi îdiaya "Heqaret li serokomar kiriye" hat vekirin hat dîtin.

Di danişîna ku li 5'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê hat dîtin, Çaglar Demîrel tevli nebû de parêzerê wê Serdar Çelebî amade bû. Dozger, destnîşan kir ku Çaglar Demîrel di axaftina xwe de “gotinên ku rûmet û şerefa serokomar rencîde bikin gotiye” û bi daxwaza beraetê mutalaya xwe ya di danişîna berê de dabû dubare kir. Parêzer Serdar Çelebî, diyar kir ku tevli mutalayê dibin û da zanîn ku îfadeyên xwe yên berê dubare dikin.

Dadgeh, li gorî mutalayê biryara beraetê ya Çaglar Demîrel da. Dadgehê, di biryara xwe de diyar kir ku her çend têkildarî Çaglar Demîrel bi hinceta pêkanîna sûcê "heqaret li serokomar kiriye" doza kamûyê hatibe vekirin jî hêmanên sûc nehatine pêkanîn.