870 roj e ji Gulîstanê agahî nayê girtin
Berdevka TIPê Sera Kadigîl û Wekîlê HDP’ê ya Stenbolê Canbaz Dersîm ji Dersîmê bang li Wezîrê Karê Hindûr û Wezîrê Edaletê kirin ku Komîsyona Lêpirsînê ya Meclîsê were avakirin.
Navenda Nûçeyan – Gulîstan Doku ya li Dersîmê xwendevan bû ji dîroka 5’ê Çileya 2020’an heya niha wenda ye. Ji bo lêpirsîna aqubeta Gulîstanê carek din li Dersîmê çalakî hat lidarxistin.
Berdevka Partiya Karekeran a Tirkiyê Sera Kadigîl û Wekîla HDP ya Stenbolê Dilşat Canbaz jî beşdarî çalakiyê bûn. Sera Kadigîl di çalakiyê de axifî, bibîr xist ku Gulîstan doku 870 roj in wenda ye û destnîşan kir ku avakirina komîsyona lêpirsînê li Meclîsê ji aliyê wekîlên AKP’yî ve tên astengkirin. Sera Kadigîl wiha pirs kir “Hûn hemu malbatê nas dikin. We hemu malbatê dît û yek bik yek soz da û got ‘emê keça we bibînin’. Niha hûn li ku derê ne? Tiştê ku hûn jê ditirsin çi ye gelo?”
“Divê komîsyonek were avakirin”
Wekîla HDP ya Stenbolê Dilşat Canbaz jî car din daxwaza xwe ya avakirina komîsyonek lêpirsînê ya li Meclîsê bilêv kir û wiha got: “Em li bajarekî wisa ne ku her kes hev dû pir baş nas dike, ji çiyayên wê heyanî navenda bajêr li her cihê bajêr kamera hene û şopa Gulîstanê nehat dîtin. Em ji vê derê bang li hemu rayedaran dikin; divê komîsyonek were avakirin. Ger astengiya li pêşiya avabûna vê komîsyonê desthilat be dîvê bi awayekê zelal li xwe mikur bê”.