‘181 milyon zarokên dibin temenê 5 salî de bi xelayê re rû bi rû ne’

Li gor rapora ‘Di zarokan de xelaya xwarinê’, li giştî cîhanê 181 milyon zarokên dibin temenê 5 salî de bi xelayê re rû bi rû ne. Ji sedî 65’ê van zarokan li 20 welatan dijîn.

Navenda Nûçeyan- Fona Alîkariya Zarokan ya Netewên Yekbûyî (UNICEF) rapora 'Di zarokan de xelaya xwarinê' weşand. Di raporê de hate diyar kirin ku li seranserê cîhanê 181 milyon zarokên dibin temenê 5 salî de bi xeleyê re rû bi rû ne. Her wiha hate destnîşan kirin ku ji sedî 50'î zêdetir zarokên mijara gotinê bi metirsiya zeîftiya zêde re ku jiyana zarokan dixwe metirsiyê de hene.

64 milyon li Başûr, 59 milyon li Efrîqa

Di raporê de hat qeydkirin ku ji sedî 65'ê van zarokan li 20 welatan dijîn, 64 milyon zarokên ku ji xelayê bandor bûne li Asya Başûr, 59 milyon zarok jî li Efrîqaya dibin Sahrayan de dijîn. Di raporê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku hema bêje nivê wê malbatê xizanin, di heman demê de hate diyarkirin ku faktorên sîstemên xwarinên berhemên tîmarkirinê pêknaynin.

Li Xezayê ji 10 zarokan 9 ji wan bi xelayê re têkoşînê dikin

Di raporê de bal kişand ser tabloya piştî yên Îsrailê ji 7'ê Cotmeha 2023'an ve li ser Xezayê û da zanîn ku li Xezayê ji 10 zarokan 9 jê li dijî xelaya cidî têkoşînê dike, kêm tîmarbûn jî xeteriya metirsiya jiyanê zêde kiriye.

Di raporê de hate bi bîrxistin ku rewşa li Xezayê malbat pêwîstiyên zarokên xwe yên xwarinê pêknaynin, ev rewş ji bo zarokan bi tirs derxistiye.

Di raporê de bang li hikumetê hat kirin ku ji bo pêşîgirtina xelayê gav biavêjin.