“8 salan ez di nav xewnereşkek de bûm”

Sewsen Hesen Heyder a Êzidî, di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû revandin û di roja 20’an a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de hat rizgarkirin qala 8 salên xwe yên dîlgirtî kir.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de êrîş birin ser Şengalê û gelek bajarên din ên Iraqê. Di encama vê êrîşê de bi hezaran jinên Êzidî, kal û pîrên wan hatin revandin û di bazaran de hatin firotin. Sewsen Hesen Heyder a 24 salî yek ji wan jinên hatibûn revandin bû. Sewsen piştî 8 salan ji revandinê û dûrketina ji axa dapîr û bapîran, dîsa çavên wê ronî dibin. Sewsen ji aliyê YPJ’ê ve di roja 20'an a qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê hat rizgarkirin. Sewsen a ku di 16 saliya xwe de ji Şengalê tê revandin niha 24 salî ye, behsa 8 salên xwe yên dîlgirtî kir.

"Me di nav pencên DAIŞ'ê de hiştin"

Sewsen Heyder behsa  xiyaneta leşkerên Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê kir ku di fermanê de wan neparastine, wiha got: “Dema ku DAIŞ ji nişkê ve ket Şengalê û bi hezaran Êzidî revandin, em matmayî man. Şengal wekî her bajarê Iraqê ji aliyê artêşa Iraqê û pêşmergeyan ve dihat parastin paşê çend mêrên ji Şengalê tevlî wan bûn da ku Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê biparêzin. Ji ber ku me ev dizanibû em ji Şengalê derneketin û hêviyek me hebû ku wê ev çete negihîjin bajarê me ji ber ku qaşo hêz hebûn wê biparastana. Lê matmayîbûna me ew bû ku serê sibeha 3'ê Tebaxa 2014'an çeteyên DAIŞ'ê girtin ser me û komkujî dest pê kirin. Ên  ku dikaribûn xwe gihîştandin Çiyayê Şengalê û yên din jî hatin revandin û beşek hatin qetilkirin."

Wê û dayika wê ji hev qut kirin

Sewsen Heyder da zanîn ku ew û malbata xwe hatin revandin û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê piştî em revandin jin, zarok, dayik û kal û pîr ji hev cuda kirin. Jin kirin sebaya wan dikirîn û difrotin. Zarokên 15 salî jî ew kirin Eşbal El-Xîlafê. Ez jî tevî malbata xwe ya ji 10 kesan pêk tê hatim revandin. Jin û mêr ji hev cuda kirin, niha ez jî nizanim ku çarenûsa bavê min, 3 ap, xalekî min, kurê xalê min û birayê min çi ye. Me ji Til Eferê anîn Reqaya Sûriyeyê û li mezreyekê bi cih kirin. Di vê mezreyê de gelek jinên Êzidî hebûn û komek ji 10 heya 14’an jinan çêdikirin paşê waliyê her dewleteke DAIŞ'ê dihat ew ji xwe re dibirin. Ez, dayik û hevjîna mamê min min em di komekê de bûn, waliyê Firatê yê li Qaima Iraqê hat me bir. Piştre ez û dayika xwe ji hev qut bûn."

Gelek caran hewl da ku bireve

Sewsen Heyder wiha domand: "Rewşa min wekî hemû jinên Êzidî bû îşkence û destdirêjî li min hat kirin. Gelek caran min hewl da ku birevim lê bi ser nediketim. Li Enbarê derî li min kilît kiribûn, ez nikaribûm derkevim. Piştî ku QSD nêzî bajarê Reqayê bû ez birim Meyadîna Dêrazorê. Piştre min bi gemiyê çem derbasî Hejîna Dêrazorê û Baxozê kirin. Paşê em hatin kampa Holê”

“Ez neçar mam xwe weke biyanî nîşan bidim”

Sewsen Heyder dibêje ku wê navê xwe guhertiye û neçar maye ku bibêje biyanî ye û wiha axaftina xwe domand: "Ez pir ditirisiyam ku nas bikin ez Êzidî me û tiştekî bi min bikin, ji ber wê jî min navê xwe guhert û kir (Um Umer a Mexribî). Ez neçar mam ku xwe weke biyanî bidim nîşandan û bi zimanê Mexribiyan biaxivim. Ez ne civakî bûm, têkiliyên min bi wan re pir kêm bû. Ez bi tena xwe di konek de dimam. Her carê jî min konê xwe diguhert û dibir cihekî din, tenê ji bo ku dûrî jinên biyanî bikevim û pirsan ji min nekin. Carekê ez di kolanê de dimeşiyam, min dengê qêrîna jinekê bihîst ez reviyam cem wê, me dît ku bi alaveke tûj li serê wê dane û çûne. Dema ku me jê pirsî çi bûye û çima wisa li te hatiye giriya û got ji min dûr bikevin. Ji ber wê jî li vir tirs pir heye, jin îşkenceyê li jinan dikin. Eşbal El-Xîlafa jî di kampê de pir xirabiyan dikin. Îşkenceya ku li jinan dikirin bi çakûç û darên text bûn."

“Ez ê vegerim mala ku lê hatim revandin”

Sewsen Heyder tîne ser ziman ku ew 8 salên xwe mîna di nav xewnereşkê de be jiyaye, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez pir kêfxweş im ji ber ku YPJ'ê min rizgar kir û bi hêvî me ku hemû jinên Êzidî rizgar bikin. 8 salan ez di nava xewnek tirsnak de bûm lê îro ez azad im û rizgarkirî me. Hestên rizgarkirinê qet nikarim bînim ziman. Destpêka ku ez bigihîjim Şengalê ez ê dayik û malbata xwe bibînim. A din jî ez ê vegerim mala xwe ya ku lê hatim revandin."

10 kesên ji malbata wê ji aliyê YPJ û QSD’ê ve hatine rizgarkirin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji derveyî birayek û bavê Sewsenê hemû malbata wê ku ji 10 kesan pêk tê, di operasyonên berê de ji aliyê şervanên YPJ û QSD'ê ve hatine rizgarkirin.

Ji destpêka Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ve du jinên Êzidî yên di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.