7 salên dagirkirina Efrînê: 778 kes hatin qetilkirin
Li Efrîna dagirkirî di nav 7 salên borî de 778 sivîl ku ji wan 105 jin in, hatin kuştin. Nêzîkî milyonek darên zeytûnê û darên din ên daristanan hatine birîn û 59 şûnwarên arkeolojîk hatine wêrankirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê - Sûriyeyê bi boneya 7’emîn salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de amarên sûcên dewleta Tirk a dagirker hatin aşkerakirin.
Li gorî amaran, ji 18’ê Adara 2018’an heta niha zêdetirî 300 hezar sivîl ji Efrînê koçber bûne. Her wiha 10 hezar û 208 sivîl hatine revandin û aqûbeta nêzîkî çaryekê wan ne diyar e û bi hezaran ji wan li beramber dayîna fidyeyê hatine berdan.
Der barê rewşa jinan a li Efrînê de di daxuyaniyê hate gotin ku 105 jin hatine kuştin, di nava wan de 14 rewşên xwekuştinê bûn, her wiha 74 rewşên destdirêjiya zayendî hatine tomarkirin.
Her wiha di nava 7 alan de, 778 sivîl hatine kuştin, 682 ji wan di encama topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê de û 96 jî bi îşkenceyê hatine kuştin. 762 kes di encama bombebaranê de birîndar bûne ku ji wan 345 zarok û 225 jî jin in.
Nêzîkî milyonek darên zeytûnan û darên din ên daristanê hatine birîn û zêdetirî 30 hezar darên zeytûnan û darên din ên daristanê hatine şewitandin. Her wiha zêdetirî sêyeka zeviyên ku ji bo çandiniyê hatine diyarkirin ku zêdetirî 12 hezar hektar e, ji dema dagirkirina Efrînê ve hatiye şewitandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku piraniya şûnwarên arkeolojîk ên ku di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê de cih digirin jî di dema êrişên li ser Efrînê de hatine wêrankirin, zêdetirî 59 şûnwarên arkeolojîk, gir û embar û zêdetirî 28 perestgehên olî yên mezheb û olên cuda, hatine wêrankirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, tenê li bajarê Efrînê zêdetirî 10 hezar mal û 7 hezar dikan desteser kirine, ji bilî desteserkirinên ku li gund û bajarokên Efrînê pêk hatine.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê - Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de bang li hemû rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê, bi taybet Neteweyên Yekbûyî kir ku "zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku ji hemû herêmên ku li bakurê Sûriyeyê dagir kirine, vekişe û koçber bi selametî vegerin cih, gund û malên xwe, li gorî xala 5’an a peymana ku di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de roja 1’ê Adarê hatiye îmzekirin.”