57 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan

57 kesên ku di çalakiyên ji bo Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncancî û rojnamegeran de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- Jin Bi Hev Re Bihêz in, duh li pêşiya Operaya Sureyya a li Kadikoya Stenbolê binçavkirina Seroka Yekitiya Tabiban a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci û 11 rojnamegeran şermezar kir. Polîsên ku biryara qeymeqamtiyê ya qedexekirinê kirin hincet, êrîşê çalakgeran kirin û bi lêdanê çalakvanan kirin binçavan. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên ku li heman cihî kom bûn jî rastî astengkirina polîsan hatin û di her du çalakiyan de 57 kes hatin binçavkirin û wan birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.  

57 kesên bi tawanbariya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan a bi hejmara 2911'an" li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê îfade dan û piştî kar û barên îfadeyan hatin berdan. 

Hanîfî Zengîn çalakiyê provoke kir

Hat diyarkirin ku çalakiya kesên binçavkirî, Midûrê Şaxa Emniyetê ya Stenbolê Muhammed Hanîfî Zengîn ê ku beriya niha bi tacîza li dijî jinan ketibû rojevê, provoke kiriye. Jinan diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û gotin, “Em careke din dibêjin mamoste Şebnem ne bi tenê ye. Çapemeniya azad serî natewîne."