56 kes di zindanên rêvebriya demkî de jiyana xwe ji dest dane

SOHR’ê ragihand ku di 8 mehên dawî de 56 kes di zindanên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de ku ji aliyê cîhadîstên HTŞ’ê ve tê birêve bibin, hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Li gor raporeke Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di navbera meha Çileyê û nîvê meha Tebaxê ya 2025’an de, herî kêm 56 kes di zindanên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de hatine kuştin.

SOHR`ê eşkare kir ku kesên hatine kuştin sivîlên ji mezhebên cuda ne, di nava wan de karmend, efserên berê, parêzer, wênekêş û hin ciwanên ku ji Ewropayê hatibûn serdana malbatên xwe, hene.

Di 8 mehan de 56 kes hatine kuştin

Li gorî raporê ev binpêkirin di 8 mehên dawîn ên vê salê de pêk hatine. Di meha Çileyê de 8, di Sibatê de 13, di Adarê de 4, di Nîsanê de 7, di Gulanê de 2, di Hezîranê de 3, di Tîrmehê de 9 û di nîvê yekem ê Tebaxê de 10 kes hatine kuştin.

HTŞ’ê êşkenceyê wek amûrek kuştina sîstematîk bi kar tîne

SOHR`ê diyar kir ku ev sûc ji aliyê çend dezgehên ewlehiyê yên girêdayî rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve hatine kirin, di nava wan de Rêveberiya Operasyonên Leşkerî, Ewlekariya Giştî û şaxên polîs û ewlehiyê yên li Hums, Şam û Dêrazorê hene.

SOHR`ê tekez kir ku di zindanên rêveberiya demkî de îşkence wek amûreke kuştina sîstematîk hatiye bikaranîn.