55 jinên girtî ji bo Şerîfe Muhamedî dest bi greva birçîbûnê kirin

55 girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Êvînê girtî ne, ji bo rakirina cezayê darvekirinê ya li Şerîfe Mihemedî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Navenda Nûçeyan – Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê ya Îranê ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê ya li çalakvan Şerîfe Mihemedî ya li Girtîgeha Lakan a bajarê Reştê girtiye dest bi greva birçîbûnê kirin.

 Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Evînê 55 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kirine. Şerîfe Muhamedî bi hinceta ku girêdayî Partiya Komele ye ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat binçavkirin. Şerîfe Mihemedî di 5’ê Kanûna 2023’an de li bajarê Reştê li bakurê Îranê ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatibû girtin. Dadgeha Şoreşê ya Reştê bi îdiaya “Li dijî rejîma Îranê serhildana çekdarî” cezayê darvekirinê li çalakvana jin Şerîfe Mihemedî birî.