47 girtiyên siyasî li dijî biryara darvekirinê ketin greva birçîbûnê

47 girtiyên siyasî yên jin li girtîgeha Evîn ya Tehranê li dijî cezayên darvekirinê biryar dan ji bo 24 saetan bikevin greva birçîbûnê.

Navenda Nûçeyan-  47 girtiyên siyasî yê jin ên li girtîgeha Evînê, li dijî zêdebûna cezayên darvekirinê yên li girtiyên siyasî hatî birin biryar dan 23'ê Îlonê (duho)  di saet 22:00’an de dest bi greva birçîbûnê bikin.

Jinên ketine çalakiya greva birçîbûnê diyarkirin  ku wê çalakiya wan heta 24’ê Îlonê saet 22:00’an berdewam bike.