40 xwendekar bi tohmetên giran re rûbirû ne

Li Zanîngeha Tehranê pêleke nû ya zextên disiplînê û ewlehiyê li dijî xwendekaran dest pê kir. Li gorî raporan, herî kêm 40 xwendekar bi rêyên neqanûnî hatine gazîkirin û bi tohmetên giran re rûbirû mane.

Navenda Nûçeyan – Gelek raporên hemwext yên di derheqê binpêkirina rêziknameya disiplînê ya xwendekaran, derxistina biryarên li derveyî çarçoveya qanûnî, spartina çavkaniyên nefermî û zêdekirina zextên ewlehiyê yên li ser xwendekaran hatin weşandin. Li gorî raporê ku ji aliyê kanala xwendekarên zanîngeha Tehranê ve hatiye weşandin, di mehên dawî de 40 xwendekarên Zanîngeha Tehranê ji aliyê Komîteya Disiplînê ve hatine gazîkirin.

Pêvajoyên ne qanûnî

Li gorî raporê, pêla nû ya lêpirsînên dîsîplînî di dawiya Sibata 2026’an de dest pê kir. Ji 23’ê Sibatê ve, gelek xwendekar bi rêya peyamên nivîskî û telefonê ji bo desteya dîsîplînê hatine gazîkirin. Li gorî raporê, piştî destpêkirina şer û veguherîna perwerdehiya serhêl li zanîngehê, ev pêvajo zêdetir bû.

Lêbelê, li gorî Rêziknameyên Disîplînê yên Xwendekaran ku di sala 2024’an de ketin meriyetê, agahdarkirina sûcdariyan ji xwendekar re, pêşkêşkirina delîlan û wergirtina parastinê divê bi şexsî di civîna desteya dîsîplînê de were kirin. Rexne ew in ku daxwaza parastinê bi rêya e-nameyê nikare şûna pêvajoya qanûnî bigire û bi prensîbên darizandinek dadperwer re ne lihevhatî ye.

Tohmetên giran û rola kanalên Besîcê

Li gorî raporê, nasnameya 40 xwendekarên ku ji bo komîteya dîsîplînê hatine şandin diyar bûye. Ev xwendekar bi tohmetên wekî “avakirina alozî û ajîtasyonê”, “hêmana sereke ya kombûna neqanûnî”, “bêrêzîkirin li pîroziyên neteweyî û olî”, “avêtina dirûşmeyên li dijî pergalê” û “astengkirina herikîna karê zanîngehê” re rûbirû mane. Hemwext, çalakvanên xwendekar fikarên xwe diyar kirine ku hin ji van tohmetan giştî û nezelal in û ji bo sînordarkirina çalakiyên xwendekaran tên bikaranîn.

Ev rapor her weha îdîa dike ku kanalên Telegramê yên girêdayî Besîcê di pêvajoya vekirina dosyayan û guhertina biryarên van xwendekaran de rol lîstine. Derheqê van  îdîayan de heya niha ji aliyê berpirsên zanîngehê ve bersiveke fermî ne hatiye dayîn.

Atmosfera ewlehiyê li kampûsan zêde dibe

Li gorî vê raporê, civînên destpêkê yên Komîteya Disiplînê ji 17’ê Hezîranê ve dest pê kirine. Lê pêvajoya lêkolînê jî bi gelek binpêkirinên rêziknameyê re rûbirû maye. Her wiha hat ragihandin ku di hin dosyayan de, zanîngehê babetên ku di kanalên Telegramê yên girêdayî Besîcê de hatine weşandin wekî belge girtine dest û bêyî lêkolînek serbixwe, ew kirine bingeha darizandina dîsîplînê. Ev mijar pirsên cidî derbarê serxwebûn û bêalîbûna pêvajoya lêkolînê de ava dike.

Ji aliyekî din ve, hatiye ragihandin ku ketina hen xwendekaran ji bo kampusên zanîngehan hatine astengkirin, ji hin xwendekaran hatiye xwestin ku formên pabendbûnê îmze bikin. Her wiha tedbîrên ewlehiyê li kampusan hatine zêdekirin. Çavkaniyên nêzîkî mijarê diyar dikin ku ev pêkanîn nîşan didin ku nêzîkatiyek ewlehiyê ya zêde dibe li zanîngehan.

tahran üniversitesinde sıkıyönetim