4 aktîvîstên ji aliyê Talîbanê ve hatî girtin serbest hatin berdan
Talîban a Tebaxa 2021’an dest danî ser rêveberiya Aftanistanê 4 aktîvîstên mafê jinan ên binçav kiribûn serbest berda.
Navenda Nûçeyan – Xwestin jinên Afgan di malê de hepis bikin, neçin dibistanê û dest ji jiyana xwe ya kar bikêşin lê aktîvîstên parêzvanên mafê jinên Afgan ji çalakiyên ji bo bidestxistina mafê xwe yê xwezayî paş de neman. Li Afganistana heta niha gelek jin hatîn qetilkirin, 4 jinên hatibûn revandin dawiyê hatin berdan û vegeriyan mala xwe. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di lêpirsîna jinên ji aliyê Talîbanê ve hatîn revandin de pirsa protestoyên li welatê tên çêdibin hatiye kirin.
Mîsyona Alîkariyê ya Netewên Yekbûyî ya Afganistanê (United Nations Assistance Mission in Afghanistan-UNAMA), li ser hesabê xwe yê fermiyê tora civakî ev şiyark kir: “Dê UNAMA ji bo hemû welatiyên Afganistanê alîkariya xwe dewam bike.”