4 aktîvîstên di keştiya Madleen de hatin dersînorkirin

Îsraîlê 4 aktivîstên ku di keştiya Madleen de desteser kiribû dersînor kir.

Navenda Nûçeyan – Îsraîl ji bo dersînorkirina 12 aktîvîstên di  keştiya bi nav Madleen a aydê Koalîsyona Fîloya Azadiyê (Freedom Flotilla Coalition-FFC) ku dixwest alîkariyê bigihîjîne Xezeya di bin êrîş û dorpêça Îsraîlê de, desteser kiribû bir balafirgeha Ben Gurion.

4 kesan dersînor kir

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê li ser platforma X daxuyaniyek da. Wezaretê, ragihand ku aktîvîsta avhewayê ya Swîsreyî Greta Thunberg jî di nav de 4 kes bi balafireke ku diçû Fransayê hatin dersînorkirin. Ev agahî, tevî wêneyê Greta Thunbergê hat parvekirin ku destên wê ji pişt ve hatine kelebçekirin. 

8 aktîvîst di bin çavan de ne

Li gorî Dezgeha Weşana Cemaweriyê ya Îsraîlê KAN’ê; Wekîla Fransayê ya Parlamentoya Ewropayê Rûma Hassan jî di nav de 8 aktîvîstên din belgeya dersînorkirinê îmze nekirin. Hat ragihandin ku ev kes dê ji bo binçavkirinê sewqî saziya binçavkirinê ya li bajarê Gîvonê bên kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî li ser platforma X’yê ragihand ku rayedarên konsolosxaneyê bi 6 hemwelatiyên Fransayê yên binçavkirî re hevdîtin kirine. Barrot, diyar kir ku ji welatiyên wan kesek bi dilxwazî qebûl kiriye ku vegere welat û 5 kesên din dê bi darê zorê bên dersînorkirin. 

Keştiya Madleenê, ji bo balê bikşîne ser şert û mercên li Xezeyê û alîkariyê bigihîjîne gel, di 1’ê Hezîranê de li bajarê Catania yê Îtalyayê bi rê ketibû. Di 9’ê Hezîranê de li nêzî Bendergeha Aşdodê ji hêla hêzên Îsraîlê ve hat desteserkirin.