399 rojnameger 259 car rastî binpêkirinan hatin

Li gorî rapora rêxistina Aştî û Azadiyê, di sala borî de 399 rojnameger rastî binpêkirinan hatine û 23 ji wan rojnamegerên jin in.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Hewlêrê rêxistina Aştî û Azadiyê ya parastina maf û azadiyê, rapora salane ya binpêkirinên li hemberî rojnamegeran aşkera kir. Li gorî raporê di sala 2022’yan de li herêma Kurdistanê 209 kiryarên binpêkirinê li hemberî 399 rojnamegeran hatiye kirin û di nava wan de 23 rojnamegerên jin hene.

Li gorî rapora rêxistinê, 43 bûyerên girtinê, 113 bûyerên rêgirîkirinê di dema şopandinê de li hemberî 180 rojnamegeran, şikandin û destdanîna ser kel û pelên rojnamegran, 17 bûyerên gefxwarinê li hemberî 31 rojnamegeran hatine tomarkirin.

25 bûyerên nedana agahiyan li hemberî 25 rojnamegran, 2 bûyerên serdegirtina ofîsê dezgehan û 7 bûyerên dosyayên dadgehê li hemberî 8 rojnamegeran hatine tomarkirin. Her wiha 9 bûyerên gefxwarinê li hemberî rojnamegeran di sala borî de hatin tomarkirin. Li gel 5 bûyerên êrîşa li ser malperên dîjîtal ên nûçeyan hatine encamdan.

Ji destpêka salê ve, Navenda Metro, sendîkayên Rojnamevanên Kurdistanê, Rêxistina aştî û azadî, daneyên binpêkirinên li hemberî rojnamegeran parve kirin û di rêjeya daneyan de hejmarek zêde  ya binpêkirinan tê dîtin.