34 rêxistinên mafan ji bo Xezayê bang kirin

34 rêxistinên ku di warê alîkariya mirovî û mafên mirovan de dixebitin, bang li Konseya Ewlekariyê ya NY û hemû dewletan kir ku firotina çekan ji bo Îsraîlê rawestînin û li gorî biryara UAD’ê tevbigerin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistinên mafên mirovan, bang Konseya Ewlekariyê ya NY û hemû dewletên endam kir ku firotina çekan û transfera muhîmatan ji bo Îsraîlê rawestînin û bang kirin ku li gorî pêşniyara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (UAD) tevbigerin.

34 rêxistinên ku di warê alîkariya mirovî û mafên mirovan de xebatan dimeşînin, encamên êrişên Îsraîlê yên bûne şahid û bandorên wê yên li ser gelê Filistînê wiha rêz kirin:

“*Hêzên Îsraîlê û yên di wir de bi cih bûne, zarok jî tê de sivîlên Filistînê dikujin û birîndar dikin. Di êrişan de tê dîtin ku hiqûqa navneteweyî li ber çavên her kesê tê binpêkirin, çekên qedexekirî tên bikaranîn û şîdeta xwe dispêre zayenda civakî zêde dibe.

*Zarok tê de, Filistînî bi awayê kêfê tên binçavkirin û di mercên pir xirab de tên girtin, di dadgehên leşkerî yên Îsraîlê de tên darizandin.

*Mal û milkên Filistîniyan tên şewitandin, ji aliyê Îsraîlê ve tên dagirkirin. Îsraîliyên ku hatine bicihkirin şîdetê dikin û di dema bombebarana li ser Xezayê de di bin navê ‘tehliyeyê’ de ferman tên dayîn û Filistînî bi zorê ji malên xwe tên derxistin.

‘Divê li dijî vê rewşê bi lezgînî bikevin tevgerê’

Rêxistinan hişyariya felaketa mirovî ya li Xezayê kirin û bal kişandin ku mafên mirovan bi eşkereyî tên binpêkirin û wiha hat gotin:

“Ev pêkanîn bi dehan salan e ji ber ku hesab nayê xwestin didomin lê di 11 mehan de ji ber ku çek, perçe û muhîmat bê merc tên dayîn, şîdet zêde bûye, axa Filistînê ya di bin dagirkeriyê de, ji bo Filistîniyan bûye cihê felaketê.

Li Xezayê di encama binpêkirina hiqûqa navneteweyî de ji 40 hezarî zêdetir mirov hatin qetilkirin, bi deh hazaran jî birîndar bûn, lebatên xwe winda kirin û ev yek bû sedema nexweşiyên derûnî yên ku telafiya wan tune ye.

Ji ber êrişên hewayî û bejahî yên salek e artêşa Îsraîlê didomîne hema bibêje her roj mirov tên qetilkirin û birîndarkirin. Rewşa li Şerîa Rojava her diçe xirabtir dibe. Şîdeta li cihê di bin dagirkeriya Îsraîlê de, pêşî li alîkariyên mirovî digre û dibe sedem ku rêxistinan alîkariyê nikaribin peywirên xwe bi cih bînin.

Piştgiriya mirovî ya ku ji aliyê welatên endam ve tê temînkirin, ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve her dem tê astengkirin. Alîkariyên ku digihîjin jî têra pêdiviyan nakin.

Divê saziyên navneteweyî yên dewletan, pergala navneteweyî ya ku 80 sal in di meriyetê de ye, bi hêz bikin û girêdayî wê bimînin.

Êdî dema daxuyaniyên vala nîn e. Hemû dewletên endam, ji bo ku zêdetir texrîbatên ku telafiya wan tune ye çênebin, bi biryardarî li gorî Nêrîna Pêşniyar a UAD’ê bikevin tevgerê.”