3 sal cezayê Rana Korkor hat erêkirin

Rana Korkor a jinekî di lêgerîna edaletê de ye, li ser medyaya dîjîtal ragihand ku cezayê wê yê 3 sal destpê kiriye.

Navenda Nûçeyan – Rana Korkor, xwişka Mucahîd Ebas Korkor ê ku beşdarî xwepêşandanên tevgera şoreşgerî ya Jin Jiyan Azadi" bû û bi tometa ‘şerkirina li gel ol û bê rêziyê’ hate darvekirin e. Rana li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku cezayê wê yê 3 sal ê girtîgehê destpê kiriye.

Rana Korkor, di parvekirina xwe de wiha got:

"Hevalên hêja, hevrêyên min, silav ji Îranê re, silav ji azadiyê re. Nivîsandina van çend rêzan heta îro yek ji tiştên herî zehmet e ku ez dikim,  ji ber dema ez vî tiştî dikim tirsa min ne girtîgeh e; qutbûna ji we, ji zaroka xwe û tiştên ku min ji bo wê têkoşîn kir e.

Ez bi tenê dayîkek û serwera malbatek im û ezê niha cezayê xwe yê girtîgehê bikşînim. Sûcê min parastina heqîqetê bû. Min di vê rêwîtiyê de, perçeyên herî hêja yên dilê xwe winda kir. Ji ber ku birayê min derewan red kir, hate darvekirin. Xwişka min li welatekî biyanî di nava tenêtiyê de winda bû û ez bi awayekî birîndar mam. Niha pêwîst dike ku ez biçim, ez ji we hemûyan daxwaza lêborînê dikim. Ger min tiştê pêwîst nekiribe, min efû bikin. Ez bi dilekî aram diçim, ji ber ku ez bêdeng nemam û wîjdana min rihet e. Dê ev girtîgeh bi awayî fîzîkî min heps bike, lê giyanê min azad e. Min ne mîna kesek windakirî, mîna jineke serbilind bibîr bînin.”

Rana Korkor, di 14’ê Tîrmeha 2024an de, di encama serdegirtina mala xwe ya ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li bajarê Qerec ê Pakdaştê hat binçavkirin. Piştî karûbarên lêpirsînê di 24’ê Tîrmehê de sewqî Girtîgeha Jinan a Evînê hate kirin. Ji aliyê Dozgeriya Giştî ya Pakdaştê ve derbarê wê de du dozên cuda hatin vekirin.

Herî dawî Rana Korkor, di 20’ê Tebaxê de ji bo du dozên cuda, bi kefaleta 1.5 milyar tûmen û kefaleta 150 milyon tûmen hate berdan.