1’emîn Konferansa Jinên Kurd a Rojava dest pê kir
Di bin diruşma “Bi pêşengiya jinên Kurd yekitiya neteweyî ya Kurd misoger dibe” 1’emîn Konferansa Jinên Kurd a Rojava li bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Qamişlo – 1’emîn Konferansa Jinên Kurd a Rojava hola bexçeyê Azadî ya li bajarê Qamişloyê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin.
Konferans bi beşdarbûna 300 delegeyan ji partiyên siyasî, sazî û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Swêd, jinên serbixwe, nivîskar, siyasetmedar û hunermend, di heman demê de Fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê jî amade bûn her wiha ji Şam û Helebê jî jin beşdar bûn.
Dîwana konferansê ji komîteya amadekar; berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, Hevseroka Partiya Yerkitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif, endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêra Qasim, çalakvana hiqûqî Sîham Emoka û Narîn Metînî pêk hat.
Konferansê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li gorî komîteya amadekar belgeya konferansê ya rewşa siyasî û pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe ku amade kiribûn ji aliyê Rîham Temo ve hat xwendin.
‘Li dijî siyaset û êrîşan pêwîstî bi yekîtiyê heye'
Li gorî belgeya siyasî ev hat diyarkirin; “Gelê Kurd ketiye pêvajoyeke ku tê de çarenûsa xwe diyar dike. Di vê pergalê de guhertinên cidî yên pergalê çêdibin. Di nava qeyran û aloziya li Rojhilata Navîn diqawime de, weke Kurd û Kurdistanê hem weke erdîngar hem jî siyasî em beşeke girîng a vê pêvajoyê ne. Sedema hilweşîna rejîma Baas di navendperestiyê de ku bi îsrar ji çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina sîstemeke demokratîk dûrxistin bû. Eger ji bo Sûriyeya demokratîk gav avêtibûna îro ev tabloya hilweşînê wê derneketa holê. Di bin rêveberiya demkî ya cîhadîst HTŞ’ê ya di Sûriyeyê de bi cih bûye, êrîşa li ser çand, bawerî û gelên Elewî, Xirîstiyan û Durzî çêdibe. Ev êrîşa çekdar a bi destên çeteyên bermahiyên DAIŞ’ê ve pêk tê, bi awayên îşkence, biçûkxistin û qirkirina xelkê Elewî pêk tê. HTŞ’ê xwe weke rêveberiya şerîetê ragihand. Lê bertekên yekemîn ji aliyê gelê Şamê ve li dijî van qanûnan derket. Kurdan bi xurtkirina hêza xwe ya cewherî li dijî van êrîşan sekinîn û disekinin jî. Lê ji bo êrîş bi temamî bên têkbirin pêwîst e gelê Kurd jî hêza xwe ya parastinê xurtir bike û rêxistinbûna xwe mezin bike.
'Ev konfrans ji bo îsbatkirina rola jinan di siyasetê de'
Di nav van guhertin û pêşketinên siyasî leşkerî ku bilez çêdibin de lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Hestiyariya jinên Kurd ji bo pêvajoyê, ji bo çareseriyeke demokratîk a di Sûriyeyê de yekirina nêrîna xwe, pêwîstiyeke demê ye. Ji bo mafên xwe weke jin misoger bikin, di heman demê de ji bo doza xwe her dayikek her jinek ku daxwaza vegera ser axa xwe roleke mezin dilîze. Dîsa ji bo jinên Kurd bikaribe di pêşeroja Sûriyeyê de xwedî deng û reng be, hebûna xwe berbiçav bike, di çareseriyê de roleke esasî bilîze, di komîteyên bên avakirin de pêwîst e misoger cihê xwe bigre.
Ev konferans xwedî wê girîngiyê ye ku jin bi yek dengî pêşengtiya Yekîtiya Neteweyî ya giştî bikin. Di heman demê de jî Rojavayê Kurdistanê dikare bi yekitiya Kurd pêşengiyê ji Kongreyeke Neteweyî ya Kurdistanê re jî bike. Li ser esasê hêza hemû jinên ku beşdarî vê konferansê dibin bi nêrîna xwe, bi pêşinyarên xwe yên ku bikevin xizmeta Yekitiya Neteweyî û misogerkirina mafên jinên Kurd a di civandina civaka Kurdî de her wiha di di çareseriya Sûriyeyê de dîrokî ye.
Konferans bi nirxandina rewşa siyasî didome.
Li gorî komîteya amadekar bernameya rêveçûna konferansê wê perensîbên giştî yên Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd; yekitî, nasname û çanda jinên Kurd, neteweya demokratîk, perwerde û zanista jinê Jineolojî, hevjiyana azad, têkoşîna li dijî binpêkirina mafên jin, parastin û bergiriya destkeftiyên şoreşê û dê rewşa jinan di Sûriyeyê de piştî ketina Beşar El-Esed û di destûra Sûriyeyê ya nû de çawa be wê were nirxandin.
Di dawî de jî wê encamnameya konferansê were eşkerekirin.