27 saziyên çapemeniyê li dijî zext û girtinan daxuyanî dan

27 saziyên çapemeniyê yên navneteweyî li dijî zextên li ser rojnamegerên Kurd û girtina wan daxuyaniyeke hevpar dan û bang li rayedarên Tirk kirin.

Navenda Nûçeyan – Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), Komeleya Medya û Xebatên Hiqûqê (MLSA), Navenda Azadiya Çapemenî û Medyayê ya Ewropayê (ECPME) û Yekitiya Rojnameger û Weşangerên Nûçeyan a Cîhanê (WAN-IFRA) jî di nav de 27 saziyên çapemeniyê yên navneteweyî têkildarî girtina nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û rojnameger Erdogan Alayûmat daxuyaniyeke hevpar dan. 

Bang li Tirkiyeyê hat kirin

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê û cih dan girtin û zextên li ser xebatkarên Çapemeniya Azad û wiha hat gotin: “Mudaxeleya Lezgîn a Azadiya Medyayê (MFRR) ji sala 2022’yan ve 43 bûyer tesbît kirine ku 118 rojnameger û xebatkarên medyayê yan jî yên saziyan ên Kurd hedef hatine girtin. Ev yek, bûyerên tacîza qanûnî ne ku gelemperî bi girtin û cezayên hebsê bi encam bûn. Di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de em bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin ku dawî li tacîz û gefxwarinên li dijî rojnamegerên Kurd bînin. Em dixwazin ku li gorî Qanûna Çapemeniyê û Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê tevbigerin û ewlehiya hemû rojnamegeran biparêzin. Her wiha em bang dikin ku dawî li binpêkirina Xala 10’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) bînin ku azadiya xweîfadekirinê û azadiya medyayê diparêze. Divê Tirkiye berpirsyariyên xwe yên Qanûna Çapemeniyê, Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê û PMME’yê bi cih bîne û dev ji hedefgirtina medyaya Kurd berde. Divê tevahiya rojnamegeran, pîşeya rojnamegeriyê ku hêmayeke jêneveger a civaka demokratîk e, ji dûrî zextan û bi awayekî azad bi cih bînin.” 

Saziyên çapemeniyê yên di danezanê de cih girtin wiha ne: 

“Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), Komeleya Medya û Xebatên Hiqûqê (MLSA), Navenda Azadiya Çapemenî û Medyayê ya Ewropayê (ECPME) û Yekitiya Rojnameger û Weşangerên Nûçeyan a Cîhanê (WAN-IFRA), PENa Galler, Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), Rêxistina Medyayê ya Başûrê Rojhilatê Ewropayê (SEEMO), PENa Ingilîz, PENa Îrlanda, PENa Katalan, PENa Kurd, OBC Transeuropa, PENa Amerîka, PENa Armãn, PENa Hirvatistan, PENa Hollanda, PENa Swîsre, PENa Kanada, PENa Melbourne, PENa Norveç, PENa San Miguel, PENa Sydney, PENa Vîetnam, PENa Québec, Endeksa Sansurê (Index on Censorship), Projeya Piştevaniya Dozên Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û PEN’a Navneteweyî.”