27 rojnamegerên jin rastî şîdetê hatin
Koalîsyonan Jinên Rojnameger rapora xwe ya daneyên binpêkirinên mafê jinên rojnameger a meha Tebaxê eşkerê kir. Vê mehê 27 jinên rojnameger rastî şîdet, gef û tacîzê hatin. Di raporê de cih hat dayîna bi desthilatdariya Talîbanê ya li Afganîstanê re, 91 rojnamevan û jinên çalakvan derbazî welatên bi ewle bûn.
Navenda Nûçeyan- Koalîsyonan Jinên Rojnameger (CFWIJ) rapora xwe ya meha Tebaxê ku cih da binpêkirina mafan, gef û êrîşên ku jinên rojnameber pêre rû bi rû mane û dozên tacîzê yên li dijî jinên rojnameger weşand. Li gorî raporê, sê welatên ku herî zêde binpêkirinên mafan ên li hemberî rojnamegerên jin hatin jiyîn, Tirkiye, Afganistan û Azerbaycan e.
Daneyên ku di raporê de cih digirin ev in:
“* 27 rojnamegerên jin rastî şîdet, gef û tacîzê hatin.
* Sê welatên ku herî zêde doz lê hene, Tirkiye, Afganistan û Azerbaycan e.
* Di meha Tebaxê de, li seranserê cîhanê herî zêde dozên ku rojnamegerên jin hatin girtin hat ditin. Li çaraliyê cîhanê dema ku pênc rojnamegerên jin nûçe dişopandin ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.
* Li Tirkiyeyê bi giştî 8 rojnamegerên jin têkildarî xebatên xwe yên pîşeyî rastî şîdet û tacîzê hatin.
* Di şewatên ku ji 28’ê Tîrmehê vir ve welat pê girtine de ji Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTÜK) û nûçegihana Euronewsê Dîlek Gul û nûçegihana Fox Newsê Gulşah İnce re akredîtasyon hat kirin. Li herêma karesatê nehiştin ku rojnamevan nûçe çêbikin. Mafê nûçegihanê Rojnameya BirGünê Sarya Toprak ji aliyê Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê ve hate binpêkirin. Nûçegihana ku dixwest li qada giştî vîdeoyek çêke ku bi welatiyên ku ji ber şewataê mexdûr bûne re diaxive, ji hêla wezîr ve hate asteng kirin. Rojnameger jî ji aliyê polîsan ve bi zorê ji qadê hat derxistin.
* Li Tirkiyeyê di meha Tebaxê de du rojnamegerên jin ji aliyê darazê ve hatin tacîzkirin. Edîtora Bianetê Evrîm Kepeneka ji aliyê Refîk Y, ku zaroka xwe yê şeş salî îstîsmar kiriye. Rojnameger Rîze Ardeşen hat dayina li Midûriyeta Polîsan a Şehîd Halîs Karoglû. Ji nûçegihanê Jinnewsê Hikmet Tunç jî bi îdîaya heqaret li kayyum Harun Yücelê ku ji bo şaredariya Muradiye hat wezîfedarkirin kiriye doz hat vekirin û 8 meh û 22 roj ceza lê hat birîn.
* Li aliyê din, nûçegihana Doğrusu Newsê Buşra Taşkıran û nûçegihana Artı Gerçek Seda Taşk, di 12’ê Tebaxê de Navçeya Altindag a Enqerê ku êrîşên nijadperestî yên piştî mirina kesekî di encama şer de li taxa Onder, ku gelek koçberên Sûrî lê dijîn, dişopandin, ji hêla polêsan ve nûçe çêkirina wan hat astengkirin û bi erebeyekî ji qadê hatin dûr xistin.
* Piştî meha borî ji hêla Talîbanê girtina awarte ya Afganistanê, CFWIJ alîkariya rojnamevanên ku di nav qeyrana mirovahî ya li wî welatî de girtî ne kir. Bi vekolîna serlêdanên kesên ku ji ber ku jiyana wan di xeterê de ye, dixwazin ji welat derkevin, bi ser ket û 91 rojnamevan û parêzvanên mafan hat birina welatên ewlê.
* Di heman demê de CFWIJ, dema ku Talîban çapemeniyê dixe bin kontrola xwe, raporek li ser rojnamegerên jin ên Afganî ku bi gefan re rû bi rû diminîn weşand."