23’yê Nîsanê: Li Tirkiyeyê cejnek zarokan a nepenî ya bi şîn û hêrs

Îro dê li gelek deran pêşandanên formalîte werin lidarxistin. Lê li Tirkiyeyê rewş ji van pîrozbahiyan cudatir e. Li şûna pîrozkirina cejnê, li Tirkiyeyê ji ber kuştin û îstîsmarkirina zarokan şîn û hêrseke mezin heye.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Dayîkek li nava bazarê ji bo zaroka xwe ya ku bi derbên kêran hatiye kuştin diqîre. Ya din jî di bernameyên televîzyonê de li keça xwe ya wenda digere. Yek ji bo zaroka xwe ya ku di erdhejê de destê wê berneda lê di merasîma cenaze de neçar ma destê wê berde, li korîdorên edliyeyê e. Yeka din jî ji bo delalê xwe yê ku di bin tonên hesin de hatiye veşartin li edaletê digere. Gelek bedenên biçûk ku di bin wesayîdên zirxî de hatin perçiqandin, bi destên xwe yên biçûk di karên pîşesaziyê de tên bikaranîn hene. Bêguman, ne tenê ev hene, gelek çîrokên din hene, gelek bedenên biçûk ên ku wenda bûne hene.

Pîrozbahiyên derewîn

Li Tirkiyeya ku bûye goristana zarokan dê îro helbest werin xwendin, stran werin gotin û her kes li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ji bo pêşeroja zarokan hevokên lihevhatî parve bike. 23’yê Nîsanê roja vekirina meclîsê ye, li Tirkiyeyê ji sala 1920’an ve heta niha weke roja zarokan tê pîrozkirin. Dê îro li gelek deveran pêşandan werin dîtin. Dibe ku di van pêşandanan de li ser rastiyên zarokan werin axaftin. Li Tirkiyeya ku her roja wê bi kuştinê derbas dibe, zarok bi jiyana bê paşeroj bi tenê tên hiştin. Ev jî têr nake, zarok di nava pergala ku wan naparêze de yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Bûyerên li Tirkiyeyê û daneyên di tabloyan de cîh digirin, der barê zarokan de çi vedibêjin? Ji xwarinê bigre heya kar, ji ewlehiyê bigre heya perwerdeyê, li Tirkiyeyê jiyana ku ji bo zarokan layîq hatiye dîtin çi ye?

Zarok birçî ne!      

Li welatekî ku krîzeke aborî ya kûr heye, zarok neçar in bi xizanî û birçîbûnê re rû bi rû bimînin. Her wiha ev rewş her diçe xerabtir dibe. Xwarina goşt û hewcedariyên bingehîn li aliyekî êdî mirov hesab dikin ka dikarin çiqas nan bibin malên xwe. Mezinên ku nikarin ji zarokên xwe re fêkî û şînahî bikirin, tînin ziman ku ji sûkan destvala vedigerin malên xwe. Li gorî raporên Rêxistina Hevkarî û Pêşketinê ya Aborî (OECD); li welat ji her pênc zarokan yek nikare têr bixwe û ji her çar zarokan yek jî têr naxwe birçî diçe dibistanê. Rapora Bernameya Piştgiriya Civakî û Aborî ya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî jî vê rastiyê piştrast dike. Hejmara zarokên ku li Tirkiyeyê ji alîkariya ji bo malbatên xizan sûdê digrin 172 hezar e. Rêjeyên enflasyonê û bilindbûna bilez a aboriyê bi rastî nîşaneya hebûna zarokên ji vê hejmarê pirtir e. Ev rewş di heman deme de tê wateya pirsgirêkên tendirustiyê jî. Pispor dixwazin rewş weke pirsgirêka tenduristiya gel bê dîtin û bi lezgînî çareseriyek çêbibe.

Di 15 rojan de 4 zarokan jiyana ji dest dan

Tevî xizaniya heyî jî hejmara “zarokên kedkar” zêde dibe. Ev rastî di raporên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) de nayê veşartin. Li gorî daneyan; di sala 2024’an de ji her çar zarokek yek dixebite. Ev dane her diçe zêdetir dibin. Di sala 2023'an de rêjeya tevlibûna hêza karker a zarokan ji sedî 22,1 bû, di sala 2024'an de ev rêje ji sedî 24,9 zêde bû. Nûçeyên mirina zarokên karker ên li welat li pey hev tên. Di du hefteyên destpêkê yên meha Nîsanê de 3 karkerên zarok/ciwan ên ku di bazarên cuda de dixebitîn, di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Zarokekî/ciwan ê 17 salî jî dawî li jiyana xwe anî. Di meha Çileya sala 2025’an de herî kêm 7, di Sibatê de 4, di Adarê de 6, di hefteya dawî de jî 4 zarok/ ciwan di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2024’an de jî 71 zarok/ciwan ên karker jiyana xwe ji dest dan. Di 10 salên dawî de, hejmara zarokên ku di dema karkirinê de jiyana xwe ji dest dane herî kêm 742 hezar e. Hat destnîşankirin ku bi sepana Navenda Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) komeke nû ya keda zarokan hatiye afirandin, bi vê sepanê dewlet zarokên karker weke keda bê pere araste dike ku li kargehên metal, tekstîl, kîmyewî yan jî înşaetê bixebitin. Parazvanên mafên zarokan hişyariya ‘bi zehmetiyên aborî û kêmaniyên şopandinê re dê mirin zêdetir bibe’ kirin.

Zarok ji perwerdehiyê hatin dûrxistin

Li gorî Îstatîstîkên Perwerdeya Fermî ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê; di asta pêşdibistanê de rêjeya tevlibûna ji bo zarokên pênc salî kêm bûye. Rêjeya qeydkirinê ya zarokan di sala 2022/23 an de ji sedî 85 bû, di sala xwendinê ya 2023/21 an de jî daket 84,3’an. Bi sîstema 4+4+4 an re, çûyîna keçan ji bo dibistanê kêm bûye. Bi taybetî zarokên keç ji ber zêdebûna lêçûnan ji xwendinê dûr ketine. Zarokên keç bi zorî dixwazin bidin zewicandin.

Zarokên ku diwelidin

Bi her awayî xeter û êrîşên li ser zarokan didomin, bê parastin tên hiştin. Zêdebûna bûyerên destdirêjî û destavêtinê di van salên dawî de jî nîşaneyek din a rizîbûnê ye. Li Tirkiyeyê di sala 2024’an de di meha 11’an de 209 zarok ji aliyê mêran ve bi tundiya zayendî re rû bi rû mane. Li gorî daneyên TUÎK’ê; zarokên di temenê 15-17 an de 6 hezar û 505,130 zarokên ku di bin 15 salî de ne welidîne. Welidandina 130 zarokan tê wateya ku rastî destdirêjiyê hatine.

Zarokên ber bi sûcan ve dikşînin

Di rojên dawî de mijara herî zêde li ser tê nîqaşkirin, zarokên ku ber bi sûcan ve tên kişandin in. Kuştina Ahmet Mattia Minguzzî yê 14 salî ku li Kadikoya Stenbolê li bazarek bi kêrê hat qetilkirin, pergala dadmendiya ji bo zarokan û bi taybetî polîtîkayên ceza yên li ser zarokan li Tirkiyeyê careke din anî rojevê. Hinekan dixwestin sûcdarên zarokan bên darizandin, hinekan jî diyar kirin ku ev rewş dê ji bo mafên zarokan gefek be. Tevî nîqaşê, daneyên li ser zarokên ber bi sûc ve hatine kişandin jî hatin pêşkêşkirin. Hejmara zarokên ber bi sûcan ve hatin kişandin di sala 2010'an de 83 hezar û 393 bû, di sala 2024'an de derket 178 hezar û 834'an. Sûcên herî zêde ji aliyê zarokan ve tên kirin, birîndarkirin û dizî ne.

‘Zarokên Kurd hedef digirin’

Di heman demê de divê mirov binhêre ka zarokên Kurd li welat çi jiyane. Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan jî ji bo hedefgirtina zarokên Kurd dudilî nebû. Di sala 2006’an de gotibû; "Jin be, zarok be jî tiştê ku pêwîst e dê were kirin." Di wê pêvajoyê de zarok bi awayekî sîstematîk hedef hatin girtin. Zarok ji ber nasnameya xwe hatin qetilkirin. Ji ber şer û pevçûnên heyî, guleyên polîs û leşkeran, bombe, mayîn û teqemeniyên li herêmên leşkerî, di 25 salên dawî de 570 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di van bûyeran de kiryar nehatin dîtin û bi ‘zirxa darazê’ hatin parastin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan di 15 salên dawî de ji ber ku wesayîdên zirxî û yên ku ajokarên wan polîs bûn li wan qelibîn, 21 jê wan zarok, 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. 23 jê zarok 94 kes jî ji ber ku ev wesayît li wan qelibîn, birîndar bûn. Ugur, Cemîle, Mîraç, Ceylan û gelek zarokên din ên li Roboskiyê hatin kuştin, di bîra mirovan de man.