2 jinên girtî bi îşkenceyê hatin tehdîtkirin

Piştevaniya Morê daxuyand ku 2 jinên di Girtîgeha Jinan a Şakranê de tên ragirtin rastî gefê “îşkenceyê” hatine.

Navenda Nûçeyan-Li dijî nedayîna mazbataya Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Wanê li gelek bajaran çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Hat destnîşankirin ku jinên di 2’yê nîsanê de li Îzmîrê piştî binçavkirinê hatine girtin, rastî gefa îşkenceyê hatine. 

Piştevaniya Morê bi ser hesaba xwe ya medya sanal destnîşan kir ku Sedanur Ugur û Sîbel Orkmez rastî gefa “Îşkenceyê” hatine. Herwiha hat gotin ku jinên girtî, bi girtiyên edlî re tên ragirtin. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li gorî agahiyên parêzeran dane jinên girtî rastî van gotinên gefê hatine, ‘Heke hûn bi girtiyên siyasî re bimînin hûn ê ji wir qet dernekevin. Heke hûn gengeşiyê derbixin, em ê we bişînin cem tecawizkaran.’ Herwiha gefa destdirêjiyê bi sûcê kînê ve hatiye piştrastkirin.”