2 hezar û 541 îmzeyên ji bo Abdullah Ocalan kom bûn hatin şandin

Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de, 2 hezar û 541 îmzeyên ku hatibûn komkirin ji saziyên têkildar re hatin şandin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya kampanyaya ku li cîhanê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi navê “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” e hatiye destpêkirin 2 hezar û 541 îmzeyên ku hatibûn komkirin ji Sekreterê Giştî yê NY’ê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê, (CPT) Konseya Yekîtiya Ewropayê, Konseya Mafên Mirovan û Wezadarê Dadê ya Tirkiyeyê re hatin şandin. 

Ji gel û baweriyên cuda gelek kes beşdarî kampanyayê bûn

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Însiyatîfa Parêzerên Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi daxuyaniyek ragihandin ku ji Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û bajarên Sûriyeyê Şam, Heleb, Laziqiyê, Tartûs, Humus, Deraa, Quneytra, Suweyda û Îdlibê ji civakên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Êzidî, Turkmen, Çerkez û ji mezhebên îslamê yên cuda Sunî, Elewî, Îsmaîli û Durzî 2 hezar û 541 aktivîstên mafên mirovan, akademisyen, siyasetmedar, rewşenbîr, rêberên eşîran, zanyarên olî, bijîjk, ehdezyar û nûnerên rêxistinan beşdarî kampanyayê bûne û îmzekirine.

Hêjayî gotinê ye ku kampanyaya "Ez Dixwazim Bi Abdullah Ocalan re Hevdîtinê Bikim" di 20’ê Tebaxê de ji aliyê Înîsiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Parêzerên Sûrî ji bo Parastina Wî ve hate destpêkirin. Ew di meha Hezîrana borî de ji aliyê Platforma Aştî û Azadiya Ewropî ve di asta navneteweyî de hate destpêkirin û bala rêxistinên mafên mirovan û gelêrî yên li çaraliyê cîhanê zêdetir kişandiye.