2’emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê sibê despê dike
2’emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Eftîqayê li Lubnanê bi beşdariya 100 delegeyan sibê despê dike.

2’emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê li Lubnanê bi beşdariya 100 delegeyan sibê despê dike.
Beyrud – 2’emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê li paytexta Lubnanê Beyîrudê bi beşdariya 100 delegeyan sibê despê dike û wê du rojan bibome. Di derbarê mijarê de Seroka komeleya Jîn a Lûbnanê ya di heman demê de cihê xwe di komîta amadekar a konferansê de digire Buşra Elî da zanîn ku amadekariyên wan qediyane, ewê sibê konferans despêbike û du rojan bidome.
“Dê jin tecrubeyên xwe bi hev re par bikin”
Buşra Elî destnîşan kir ku ji welatên weke Îraq, Îran, Sûriye, Tirkiye, Misir, Tunis, Mexrîb, Filistîn, Yemen, Urdun, Lîbya, Sudan û gelek welatên dinê delege beşdarî konferansê bibin û got: “Mijara sereke ya konferansê dê li ser pirsgirêkên jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê bê desgirtin. Li hemberî pirsgirêkên heyî dê nirxandin li ser rêyên çareseriyê bên kirin ku dikarin çî bikin ji niha û şonde çawan têkoşîna jinan bigihînin hev û hev par bikin. Dîsan ji gelek welatên têde tevlîhevî û şer hene tecrubeyên jinan bên parkirin.”
Buşra sedema taloqkirina konferansê ku divê di gulana 2020’an de hatiba lidarxistin jî wiha anî ziman”2’emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê diviyabû gulana 2020’an hatiba lidarxistin, lê ji ber sedema vîrosa coronayê hate taloqkirin û ma îsal. Bandora coronayê li ser beşdaran niha jî kiriye, berê me 300 delege fikirîbû, lê niha 100 kes amade bibin. Dê yên dinê jî bi rêya zomê beşdar bibin.
31’ê Gulana 2013’an 1’emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hatibû lidarxistin. Ji 27 welatan 250 jin bi reng û dengê xwe yên cuda tevlî konferansê bûn. Di konferansa sê rojan dewam kir de jinan tecrubeyên xwe bi hev re par kirin.