191 parêzerên Îran û Rojhilat ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang kirin
191 parêzerên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê erişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kirin ku di zûtirîn dem de pêşî li êrişan bigre.
Navenda Nûçeyan – 191 parêzeran li Îran û Rojhilatê Kurdistanê têkildarî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, nameyek hevbeş ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Komîsyona Mafên Mirov a NY’ê, Yekitiya Ewropa û rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî re şandin.
Di nameyê de hat gotin êrişên ku bi eşkere yasayên navdewletî, danezana Neteweyên Yekbûyî û pîvanên mafên mirovan binpê dikin, dibin sedema ziyanên mezin ên mirovahiyê, koçberiya bi hezaran sivîl û wêranbûna jêrxana herêmên Rojavayê Kurdistanê.
‘Di zûtirîn dem de pêşî li êrişên dewleta Tirk bigrin’
Di dewamê de wiha hat gotin: “Hedefgirtina Kurdên Rojava binpêkirina serweriya xaka welat e, hewldaneke li dijî yekparçeyiya xaka welatan û mafê diyarkirina çarenûsa netewaye. Em piştgiriya Kurdên Rojava dikin ji ber ku ew sembola berxwedaniya li dijî terorîstanin.”
Di dewama nameyê de hat gotin: “Em daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî, saziyên navdewletî dikîn ku şandeyên serbixwe ji bo lêkolînkirinê bişînin Rojavayê Kurdistan û Suriyeyê. Em daxwazê ji civaka navdewletî dikîn ku di zûtirîn dem de pêşî li êrişên dewleta Tirk bigrin. Ji ber ku dewleta Tirk êrişên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê zêde kiriye.”