19 girtiyên jin ji bo Somaye Raşîdî dest bi greva birçîbûnê dikin

19 girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Qerçekê, li dijî mirina Somaye Raşîdî û şert û mercên dijî mirovahiyê ya girtîgehê, dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojî bikin.

Navenda Nûçeyan – Piştî mirina girtiya siyasî Somaye Raşidî ya 42 salî, bertekên li dijî şert û mercên xirab ên li Girtîgeha Qerçekê didome. 19 girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Qerçekê, bi daxuyaniyekî ragihandin ku ew ê li dijî bêxemiya rayedaran û şert û mercên nebaş ên girtîgehê, 30’ê Îlonê ango roja Sêşemê dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojî bikin.

Girtiyan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ev grev ne tenê ji bo şîna hevalên wan a hucreyê Somaye Raşîdî ye, di heman demê protestokirina helwestên rayedarên bêberpirsyar, bêxemiya li dijî girtiyên nexweş, şert û mercên dijî mirovî yên li beşên karantinayê û astengkirina sewqkirina girtiyên jin ên ji bo girtîgeha Evînê ye.

Somaye Raşîdî ya nexweşa epilepsî ango sara, piştî ku bi mehan ji dermankirin û sewqkirina ji nexweşxaneyê bêpar ma, di 25’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî raporan, berî mirina xwe gelek krîzên epîlepsiyê derbas kiriye, lê sewqkirina nexweşxaneyê hatiye paşguhkirin. Malbata wê jî hate neçarkirin ku mirina keça xwe mîna “xeletiya tibî” ragihînin. Rêxistinên mafên mirovan, demek dirêje der barê şert û mercên li Girtîgeha Qerçekê de hişyaran didin.

Beriya niha Narges Mohammadî, Hastî Amirî û Arash Sadeghî jî di nav de zêdetirê 150 girtiyên berê û aktîvîstên siyasî, banga veguhestina girtiyên siyasî yên jin ji bo Girtîgeha Evînê kiribûn. Di heman demê girtiyen mêr ên bi navê Hamîda Erdalan û Mehdî Ferahî Şandiz jî ji bo hevgirtina bi jinên girtiyan re dest bi greva birçîbûnê kirin.