18’emîn salvegera Kongra Star li Til Temirê hat pîrozkirin

Bi armanca pîrozkirina salvegera damezrandina Kongra Star a 18'emîn, jinên Kurd, Ereb, Aşûr û Suryan ên Til Temirê şahiyek lidarxistin û dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bilind kirin.

Hesekê – Piştî li darxistina Kongreyê 9'emîn ê Kongra Star a Rojava, Kongra Star a navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pîrozkirina salvegera xwe ya 18'emîn şahiyek li Saziya Malbatên Şehîdan lidar xistin. Di pîrozbahiyê de jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Aşûr û Suryan amade bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo pêşengên jin ên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

‘Kongra Star destkeftiyên dîrokî bidest xistine’

Paşê Rêvebera Kongra Star a navçeya Til Temirê Zêrîn Hecî axivî û salvegera Kongra Star li afirînerê dirûşim û felsefeya "Jin Jiyan Azadî" Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Zêrîn Hecî axaftina xwe wiha dom kir: "Kongra Star di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ked, têkoşîn û berxwedaniyeke ne mezin daye meşandin heya ku ewqas jin di bin sîwana xwe de bi rêxistin kiriye û îro yekîtiya wan da ye çêkirin. Kongra Star bi rastî jî destkeftiyên dîrokî di nava deh salên şoreşê de bidest xistiye. Jinên pêşeng êdî li dijî hişmendiya mêr û baviksalarî serî hildane û wê netewînin jî."

‘Şoreşa me hêviyên serkfetinê ye ji jinên Rojhilatê Kurdistanê re’

Zêrîn Hecî wiha dirêjî da gotina xwe: "Rêxistina ku dirûşma "Jin Jiyan Azadî" ji xwe re kir bingeh bê guman îro dibe hêz û jêdera hêvî û serkeftinê ji şoreşa jin a ku li Rojhilatê Kurdistanê hatiye destpêkirin re. Bi pêşengiya rihê Jîna Emînî bandora Kongra Star li her derê deng vedaye. Em ê êrîşên dagirkeriyê jî vala derbixînin û şoreşa xwe bi ser bixin."

Piştî axaftinê jinên Kurd, Ereb, Aşûr, Suryan bi diruşmeya "Jin Jiyan Azadî"  govend gerandin.