17 girtiyên jin sirgûnî girtîgehek dinê kirin
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî di nav de 17 girtiyên jin ji Girtîgeha Tîpa R a Jinan a Xarpêtê sirgûnî girtîgehên cuda kirin.
Navenda Nûçeyan - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevseroka berê ya HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen jî di nav de 17 girtiyên jin ji ber girtina Girtîgeha Tîpa R a Jinan a Xarpêtê sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.
Leyla Guven, Hulya Alokmen, Remziye Yaşar, Emîne Erkan, Dîlan Aydin û Necmiye Boz sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ya di heman qampûsê de hatin kirin. Dîcle Bozan, Berîtan Anahtar, Songul Erden Şahîn û Zehra û Semra ku paşnavê wan nehatin hînbûn sirgûnî Girtîgeha Jinan a Bunyanê ya Qayseriyê hatin kirin; Zîlan Demîr, Mîzgîn Otatîz, Mîhrîban Şogûrlî sirgûnî Girtîgeha jinan a Tarsûsê hatin kirin; Fethiye Ok, Nûray Çelîk, Sevîl Akkaya jî sirgûnî Girtîgeha Jinan a Amedê kirin.