150 rojin Pexşan Ezîzî nikare bi malbat û parêzerên xwere hevdîtin bike
Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku berpirsarên girtîgeha Evînê 150 rojin rê nadin parêzvana mafê mirovan û rojnamevan Pexşan Ezîzî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Navenda Nûçeyan- Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê derbarê rewşa parêzvana mafê mirovan û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî de agahî parvekir.
Li gora komeleyê, rayedarên girtîgeha Evînê 150 rojin rê nadin Pexşan Ezîzî bi malbat û parêzerên xwere hevdîtinê bike.
Hate gotin ku der barê qedexeya hevdîtinê de, parêzeran nerazîbûna xwe nîşandane.
Hêjayî bi bîrxistinê ye Pexşan Ezîzî xelkê bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Roja 23’yê Tîrmeha 2024’an parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’emîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku dibin serokatiya dadger Îman Afsharî de cezayê darvekirinê hate dayîn.