11 şehîdên Dêrîkê bi merasîmekî hatin oxir kirin

Bi hezaran welatiyên Rojavayê Kurdistanê 11 şehîdên Dêrîkê ku di 19’ê Mijdarê de li gundê Teqil Beqil a herêma Koçerat a bajarê Dêrîkê, di encama êrişên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan, hatin oxir kirin.

Dêrîk – Dewleta tirk di 19’ê Mijdarê de bi balafirên şer êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna Kobanê, Dêrîk, Zirgan, Dirbesiyê û Şehbayê kir. Di encama êrîşan de li gor Navenda Ragihandinê ya QSD’ê 14 welatî jiyana xwe ji dest dan û birîndar hene. Di êrîşa Dêrîkê ku li gundê Teqil Beqil a herêma Koçerat a girêdayî bajarê Dêrîk-Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiyek pêk hat û di komkujiyê de 12 welatî jiyana xwe ji dest dan û 6 jî birîndar bûn. Îro bi merasîmek heybet 11 şehîd li goristana şehîd Xebat Dêrîk ya bajarê Qamişlo hatin oxirkirin. Di merasîmê de bi hezaran gel amadebûn û banga berxwedan û têkoşînê dikirin.

‘Xeyal û armancên şehîdan pêk bînin’

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpêkir, paşê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ciwan Elî wiha got: “Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan em di hizûra şehîdan sersaxî ji malbatên şehîdan re dixwazin. Di şexsê şehîdan de em hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Gelê me yê hêja şoreşa me berhemên keda şehîdan e. Ger îro gelê me derfetên azadiyê û jiyana bi rûmet bi dest xistine bi fedekariya şehîdan e. Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi xwîna şêhîdên qehreman hatiye bi avdan. Ji bo şehîdên şoreş û pêşanga jiyana azad em çi bêjin dê kêm be. Xwedî derketina herî rast ji şehîdan re ewe ku ruh û hêviya wan bidin jiyîn. Xeyal û armancên wan pêk bînin, ev jî dibe xwedî derketina herî rast û pîroz. Weke malbatê şehîdan em soza xwe nû dikin û soza bilindkirina têkoşîn, fikir û felsefeya Rêber Apo û parastina xeta şehîdan nû dikin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Cîhan Dêrîk nêrîna xwe wiha da: “Gelê Dêrîk a qehreman ku îro bi kombûna xwe cardin îradeya xwe raber kirine em wan silav dikin û şehîdên ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr tînin û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Gelê me yê hêya em şehîdên xwe di dil û mêjiya xwe de didin jiyîn. Kombûna gel li vir bersiva herî mezin ji Erdogan û hevalbendên wî re ye. Dijmina me dibêje gelê kurd nîne, lê kombûna me bersiv dide Erdogan û dengê me dighêje Erdogan. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi berxwedaniya xwe hate nasîn ku kombûna me vê yekê raber dike. Divê em hêrsa dilê xwe li hember dijmin zêde bikin. Em ji Erdogan re dibêjin ku hebûna te nîne û tu bi navê dewletê tevdigerî.”

‘Bi ruhê berxwedanê, serkeftina xwe tekez bikin’

Cîhan Dêrîk herî dawî diyar kir li her aliyên Kurdistanê şer dewam dike, ji bo ku pergala netewa demokratîk bê perçekirin û wiha bi dawî kir: “Divê em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê em li hember her cure êrîşan şiyar bin û hebûna xwe biparêzin, ji ber em naxwazin cardin sedsalek din bijîn. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi îrade, çand, ziman û hebûna xwe da îspatkirin ku dikare pergala xwe bi xwe ava bike û bêdewlet bijîn. 11 şehîdên me temsîla pergala konfederalîmê dikirin û 24 demjimêran kar û xebat dimeşandin û di şexsê van şehîdan de divê em bighêjin pergala netewa demokratîk a ku em dixwazin. Li ser vê bingehê em hemû berpirsiyarin ku em li hember her cure êrîşan li ber xwe bidin û ruhê serkeftinê tekez bikin. Dêrîka rengîn cihê şehîd û qehremanê ye. Em dikarin bi ruh û can şehîdan bijîn û xwedî li xwîna wan derkevin. Li her aliyên Kurdistanê şer heye û di encamê de şehîd çêdibin, ji bo ku pergala netewa demokratîk parçe bikin, êrîş dikin. Em herî dawî girêdana xwe bi şehîdan re raber dikin û em dibêjin şehîd namirin.”

‘Asta têkoşînê mezin bikin’

Bi navê Rêveberiya Xweser Talhat Yûnis da zanîn ewê bi ruhê têkoşînê tola şehîdên xwe hilînin û wiha got: “Em ê bi hêza civaka xwe berxwedaniya xwe bilind bikin. Em ji hêzên navneteweyî re dibêjin ku hûn li hember vê qetlîamê berpirsiyar in û divê hûn êdî xwedî berpirsiyar bin. Em weke Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xwedî projeya netewa demokratîkin, em ji bo çareseriyê herdem amadene. Em amadene dagirkerî li ser xaka me bi dawî bibe. Di şexsê van şehîdan de hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û soza xwe ji şehîdan re nû dikin. Em ê heta tola wan hilînin em ê asta têkoşînê mezin bikin.

‘Em ê tola şehîdan hilînin’

Xedice Hisên jî tevlî merasîmê bûye û yek jî ji 11 şehîdan Hediye Ebdullah nasdike, bi bîr anî û wiha got: “Ez Hediye Ebdullah ji zû ve nasdikim û me bi hev re di gelek pêngavan de cih girtiye. Ez sersaxî ji malbatê wê re dixwazim û daxwaza Hediye ew bû ku ew jî şehîdê vê welatî be. Hediye pir bi hêz bû û çavê wê ji tiştekî û dijmin neditirsiya û her hêz û moral dida me. Her wiha perwerde dida me. Dewleta tirk bi balafiran êrîşî me kir û gelek welatî jiyana xwe ji dest dan. Damirê tirkan nîne û êrîşî gel dike, weke gurê har lê hatiye. Komkujiyek mezin li ser gel pêk anî û kesên ku jiyana xwe ji dest dane hemû jî temen mezin bûn pîr û kal bûn. Xwîna wan şehîdan li erdê namîne û em ê tola wan hilînin. Em dev ji doza xwe bernadin û em ê welatê xwe ji dijmin biparêzin. Xwêdî xwînmîj Erdogan nêzî axa me nikare bibe û yek jin jî mabe axa xwe wê biparêze. Em ê pê doza xwe bin û em soz didin şehîd û serokê xwe da ku em berxwedana xwe bidomînin.”

Piştî bawernameya şehîdan hate xwendin, gel bi dilsoziya şehîdan, şehîdên xwe spartin axê.