10 mamosteyên li girtîgeha bajarê Seqizê dest bi greva birçîbûnê kirin

10 mamosteyên girtî li girtîgeha bajarê Seqizê yê Îranê li hemberî bêzagonî û neçaresereseriya daxwazên xwe dest bi greva birçîbûnê kirin.

Navenda Nûçeyan- Di 19’ê Hezîranê de 10 mamosteyên girtî li girtîgeha bajarê Seqizê ji ber zextên li ser wan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Mamoste û çalakvanên bi navê Xalîd Ebduley, Silêman Ebdî, Ehmed Qadirî, Amanc Emînî, Zahîd Muradî, Îsmaîl Ruhanî, Hisam Xakpor, Tahir Hamidî, Muhsîn Şkohî û Hesen Rehmiyan ku di xwepêşandinê de hatibûn girtin û li girtîgeha bajarê Seqizê dimînin, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Girtina mamoste û çalakvanên sendîkayan li bajarên Îranê berdewam dike, roja pêncşema borî, encûmena hemahengiya komeleya rewşenbîrên Îranê banga çalakiyek bi girseyî kir û daxwaza berdana mamoste û çalakvanan kirin.