Yek ji jinên ku xwedî lêgerîna azadiyê Fewza Ebdî (1)

Ew jin e, dayik e, kedkara civakî û têkoşer e, yek ji jinên şoreşger a ji bajarê berxwedan û serhildanê Kobanê ye.

“Di derbarê tevgerên şoreşgerî yên cîhanê de xwedî lêkolîn im”
 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Fewza Ebdî Hevseroka Zagonsaz a Herêma Firatê ye. Li gundê Helincê yê Rojhilatê Kobanê ji dayik bûye. Piştî ji dayikbûnê bi demek kurt malbat derbasî bajarê Şamê paytexta Sûriyeyê dibin, heya 5 saliya xwe tevli malbatê li wir dimînin. Paşê cardin vedigerin warê xwe yê qedîm Kobanê. Dibistana seretayî ya keçan li bajarê Kobanê dixwîne. Lê ji ber di wê demê de dibistanên navîn û amedeyî yên jinan li Kobanê tune bûne, neçar maye li malê bixwîne û ji bo  ezmûnan çûye Helebê û hatiye. Her çendî dibistan li gundê wan jî hebûye lê bi baweriya ku mamosteyên bajar baştir li ser dersên zarokan disekinin Fewza bi hin hevalên xwe re her roj bi hezkirinek mezin diçin dibistanê. Ji bo wê dema herî xweş a xwendinê ew çend salên dibistana seretayî ne. Her çendî Fewza bi malbata xwe re gelek têkoşiya be jî ji bo dibistana navîn û amdeyî li bajarê wan jî vebe lê ji ber keçên xwendekar kêm bûne, dewlet dibistana navîn û ya amadeyî ya keçan li Kobanê venake. Ji neçarî ew heya refa 9’an li malê dixwîne û piştre xwendina xwe ya amadehî û zanîngehê li Şamê bi dawî dike. 
Di Rojhilata Navîn de bi awayek gelemperî karên jin û mêran bi hişmendiyek zayendperest hatine parkirin. Fewza jî yek ji van zarokên Rojhilata Navîn e ku hîn di temenê zarokatî de bi dayika xwe re dibe alîkar, di xwedîkirina xwîşkên xwe yên cêwî de dibe xwedî kedeke mezin. Malbata wan ji 10 kesan pêk tê, Fewza di nava 3 xwîşk û 5 birayan de ya herî mezin e. Ew keça Xezne Hac Hisên û bijîjk Xelîl Ebdî ye. 
“Salên xwendina dibistanê ji bo min gelekî xweş bûn”
Di her henaseyeka jiyanê de jin ji bo bi destxistina mafên xwe yên xwezayî bênavber têdikoşin. Fewza jî wiha behsa sal û demên xwe yên xwendinê dike: "Ez di nava civakek feodal û hişk de mezin bûm, ji ber hişmendiya heyî gelek hevalên min ên jin dest ji dibistanê berdan. Ev jî bû sedem ku jinên xwendekar di Kobanê de kêm bin. Tu carî malbatê astengî li pêşberî min dernedixist, ji ber ku wan her tim dixwestin em bixwînin û xwe bi awayek zanistî bi pêş bixin. Her çendî civak li dijî xwendina me derdiket jî ji ber îsrara me û malbatê, zarokên mala me hemûyan xwendina xwe berdewam kirin. Piştî ku min û çend jinên din li bajar xwendina xwe qedand êdî ji bo xwendinê rê li pêşiya jinên din jî vebû. 
Di sala 1976-1977'an de min dixwend, her çiqas ez bêjim malbat baş bû jî dîsa astengî hebûn. Dema ez ji bo ezmûnên refa 9'an diçûm Helebê bavê min bi min re dihat, ev jî dide diyarkirin ku malbat çiqas xwe demokrat û pêşketî bide diyarkirin jî lê belê li beramberî jinan bêbawer e. Oiştî ku bavê min ez teslîmî malbatekê kirim vegeriya Kobanê. Piştî min refa 9’an qedand ez du salan li malê rûniştim, bi hevalên xwe re derdiketim û me bi hev re bi ta tişt amade dikirin. Di wan her du salan de ez jî wek gelek keçan li malê dimam û min kar dikir. Ji ber ku ez a herî mezin bûm di malê de, min nikaribû zaroktiya xwe bijîm. Nikaribûm li kolanan bi hevalên xwe re lîstok bilîzim û derkevim derve. Her tim ez li ser xwendinê difikirîm. Ez nikaribûm weke jinên din li malê tenê bi karê malê re mijûl bibim. Her di bala min de bû ku ez rojekê bixwînim û zana bibim ji ber ku ev civak gelekî girtî ye ji bo wê divê kesên ku tê de dijîn, bi taybetî jin divê zana bin û mafên xwe bi dest bixin. Bi baweriya min tenê zanebûn dikare mirovan rizgar bike, ez her tim li ser jiyana jinên di civakê de dihizirîm ka wê ev rewşa wan û pêşeroja wan çawa be û em ê çawa bikaribin jinan ji tundiya ku tê kirin biparêzin.”
“Di dibistanê de ez fêrî gelek tiştan bûm”
Fewziya di nava axaftina xwe de teqez kir ku xwendin mirovan bi pêş dixe û wiha got: "Di dema dibistanê de her tim jinên xwenda, zana û aktivîst ên di saziyan de kar dikirin bala me dikişandin û me pirtûkên jinên nivîskar dixwendin û lêkolîn li ser wan dikir. Her tim daxwaza me ew bû ku em jî weke jinên şoreşên cîhanê û jinên çermsor bijîn. Xeyala me jiyana bê astengî, tundî, desthilatdarî bû. Lê di wê demê de jî dema jin ji malê derketana, diviyabû bira yan jî bav bi wan re derketa. Bi giştî kesên ku bi wan jinan re dişandin derve jî gelek caran, temenê wan ji wan jinan biçûktir bû. Belkî wê jinê ev zarok diparast lê li gel civakê nayê qebûlkirin ku jin bi serê xwe derkeve. Li dijî van astengiyan me gelekî hewl da ku em guhertinan di nava civakê de çêbikin. Min beşa wêjeyê dixwend, piştî amadeyî qediya, min zimanê Îngilîzî ji xwe re hilbijart, ji bo du sedeman min ev ziman hilbijart, yek ji ber ku hem min jê hez dikir û hem jî ji me re digotin Îngilîzî zimaneke neteweyî ye û ya duyemîn jî ji bo ez zimaneke sêyem fêr bibim. Wê demê min xwe fêrî zimanê tirkî dikir, fêrbûna zimanan ji min re bibû meraq. Dema ku me dest bi zanîngehê kir, bavê me ji me re mal li Helebê kirî, me gelek astengî dîtin, di milê xwendinê û agahiyan de, di heman demê de jîngeha Helebê ji me re gelekî zehmet dihat, ya din min berpirsyariya xwîşk û birayên xwe girtibû ser milên xwe."
Jiyana zanîngehê
Deverên ku pir gel tê de bikaribin bi awayekî bê cudahî bi hev re bijîn li wir pir çandî bi pêş dikeve lê mixabin Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê çanda hemû cîranên xwe dipejirînin û bi zimanên wan dipeyîvin, dixwînin. Fewza jî wiha behsa pirçandiya dibistana xwe dike: “Di zanîngehê de di aliyê pir çandî û hunerê de çavên me vebûn û em hîn bi gelek kesên cihêreng re bijîn. Nimûne hin heval û bijîjkên me ji Filistîn, Iraq, Yemen, Sûdan û Misirê bûn. Li vir gelek çand tevlihev bûn me çandên hev nas kirin. Me hemûyan bi hev re li sînema, pêşangeh, fîlm, şevbihurk temaşe dikirin, guherînên çandî bi gelek kesan re çêdibûn. Ev yek ji bo min gaveke baş bû, di zanîngehê de hevalên min ji Filistînê bûn, li wir min Tevgerên cîhanî nas kirin, Ermenî jî di nava me de hebûn, dozeke wan jî hebû wan behs dikirin. Cara yekê di 24'ê Nîsanê de xwendekarên zanîngehê pêşangehek di salvegera komkujiya Ermenan de çêkirin, di wir de hevaleke min ji min re got ‘tu dizanî, Ermen dibêjin ku destên me di vê komkujiyê de heye!’ Li vir êdî min dest bi xwendina pirtûkên li ser komkujiyên Ermenan kir, tu agahiyek min der barê wan de tunebû lê ez beşdarî bîranînê bûbûm. Di sala 1983'an de, zanîngeh bû sedem ku ez ji gelek aliyan ve bi pêş bikevim. Me weke Kurd gelek zehmetî di zanîngehê de didîtin, hem weke çand, ziman, xwendin, maf, hem jî em nikaribûn behsa doza xwe ya jiyanê jî bikin. Ya rast hebûna ziman û çanda me li wir qedexe bû.”
Pêngava yekem a xebatên şoreşgerî 
Dema çand an jî zimanê mirovan werin qedexekirin wê demê lêgerînên mirovan ên şoreşgerî dest pê dikin. Fewza jî wiha bal dikşîne ser xebatên xwe yên destpêkirina şoreşgeriyê: “Di zangîngehê de her kesê çalakî dikir, tenê em Kurd nikaribûn çalakiyan li dar bixin, di wir de min meraq kir ma gelo em Kurd çima nikarin behsa vê doza xwe bikin û çima her tişt ji me re hatiye qedexekirin. Pirtûkên Kurdî qedexe bûn, ji ber wê min biryar girt ku ez fêrî xwendin û nivîsandina bi Kurdî bibim. Dema min didît her kes li doza xwe digere û têdikoşe ji bo mafên xwe bi dest bixe êdî min jî dest bi lêkolîna dîroka gelê xwe, jinên têkoşer kir. Her wiha min hewl da ez tevgerên din jî nas bikim. Lêgerîna min a der barê tevgera azadiyê de jî di zanîngehê de dest pê kir. Rast e ez ji malbateke welatparêz im lê dîsa jî min tevger kêm nas dikir. Ez li ser rêgez û exlaqê partiyê mezin bûm, ji ber ku deriyê me ji tevgerê re vekirîbû. Herî zêde tevgera ku bala min kişand tevgera Filistînê bû û ez gelekî pê bi bandor bûm, vê tevgerê hişt ku ez yekgirtina min di nava gelê Filistînê de çêbibe û ez li ser wan lêkolîn bikim. Gelek nîqaşên me li ser çand, civak, ol, siyasî, wêjeyî û hwd. dihatin kirin, gelek tiştên me wekî hev bûn wek azadiya jinan. Divê ku jin ji xwendinê bêpar nemînin, zanîngeh yek ji cihên ku hemû jin ji hemû deveran bigihîjin hev bû. Her tim kombûnên me bi awayên veşartî çêdibûn, di sala min a çaran de min li zanîngehê mamostetî kir, piştî wê Kobanê hînekî hatibû guhertin êdî şagirtan behsa çand, azadiya jin û doza gelê Kurd dikirin, min sê salan li Kobanê di dibistana keçikan û çar salan jî di şerîa de mamostetî kir.”
“Min zarokên xwe li ser rêgeza welatparêziyê mezin kirin”
Hevjînî, çêbûna zarokan û avabûna malê bi tu awayî nebûne astengî li pêşiya têkoşîn û karê Fewzayê li wer vê yekê wiha dibêje: “Piştî zewacê jî min dest ji mamostetiya xwe berneda, di wan deman de ez zêdetir li ser mijara ol û bandorên wê yên li ser civakê ponijîm û min hewlda ku xwe di wê mijarê de kûrtir bikim. Di wê demê de şagirtên min serê xwe dinixumandin, vê yekê bala min dikişand, di wê demê de têkiliyên oldaran gelekî bi Tirkiyeyê re jî hebûn, ji ber wê em gelek mamoste di sala 1990’î de, ji kar hatin avêtin lê piştî demekê kurt min careke din dest bi karê mamostetiyê kir. Di sala 2000'an de em derbasî Helebê bûn wê demê her çar zarokên min biçûk bûn, min derdora 5 salan xebatên xwe dan sekinandin heya ku zarokên min derbasî dibistanan bûn. Di sala 2005'an de min 5 salan li dibistana Sifîrê ya girêdayî Helebê mamostetî kir, piştî wê aloziya Sûriyeyê dest pê kir, min pergala xwe ya malê di navbera kar û malê de çêkiribû, zarokên min beriya derbasî dibistanê bibin min ew fêr dikirin çawa xwendin û nivîsandinê bikin. Piraniya dema min bi zarok û dibistanê re derbas dibû." 
Li rex xebatên xwe yên mamostetiyê min dest bi fêrbûna kompîtorê kir her wiha min dest bi xwendina pirtûkan kir, beşdarî panêlan dibûm û li ser çandên deverên din lêkolîn dikirin. Di her demê de ziman û çanda Kurdan dihat pişaftin û her tim gelê Helebê digot çima hûn gelê Kurd li dijî vê pergalê serî hilnadin, min wiha bersiva wan dida Heleb û Şam a we ye ka hûn kerem bikin pêşengiyê bikin. Di malê de her kes bi erkên xwe radibû, piranî hevjînê min li derveyî malê bû lê her tim hewldanên me hebûn ku xebatên me bandorê li ser zarokan nekin. Di navbera min û hevjînê min de têgihîştinek hebû ku çawa em bi hev bidin fêmkirin. Destpêkê hevjînê min xebatên endezyariyê dikir, di mala min de rihê welatparêziyê hebû û min zarokên xwe li ser rêgezên welatparêziyê mezin kirin. Her tim hewldanên min hebûn ku ez wekhevî û edaletê di navbera zarokên xwe de çêkim û min li gorî çanda me derfet li pêşiya zarokên xwe vedikirin.”
Didome…