Têkoşîna jinan li ser şopa Sêvê Fatma û Pakîzeyê didome

Têkoşîna Sêvê, Fatma û Pakîze ku bi berdêla canê xwe dest ji berxwedana axa Kurdistanê bernedan, îro riya bi hezaran jinan ronî dike û di riya wan de têkoşîn berdewam dike.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk bi taybetî di salên dawî de jiyana jinên ku di refên herî pêş de cih digrin û têkoşîna azadiya jinan dimeşînin hedef digre. Di êrîşan de rasterast beden û nasnameyên jinan tên hedefgirtin, rêbazên di van komkujiyan de tên bikaranîn jî nîşaneya nefreta li dijî têkoşîna jinan e. Armanc ew bû ku civakê bitepisînin lê tevî qetlîam û pêknehatina pergala darazê jî têkoşîn domiya.

Di 4'ê Çileya 2016'an de li navçeya Silopiya Şirnexê endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Aktivîsta HDP'ê û KJA'yê Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir, di dema qedexeya derketina derve de, dema ku hewl dan ji taxeke ku hatibû valakirin derkevin, ji aliyê hezên ewlehiyê yên dewleta Tirk ve bi êrîşa hawanê bi giranî birîndar bûn. Piştî ku ji rayadaran re ji bo ambûlansê bişînin, cihê wan hat ragihandin, li cihê ku ambulansê bişînin, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve hatin gulebarankirin û qetilkirin. Piştî êrîşan ji bedena Sêvê Demîr 11 gule, ji bedena Pakîze Nayir 5 gule û ji bedena Fatma Uyar jî 3 gule hatin derxistin.

Pêvajoya katlîaman çawa dest pê kir?

Beriya qetilkirina Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir, li Tirkiyeyê di destpêka meha Çileya 2013’an de bi hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hebûn û pêvajoya çareseriyê dest pê kiribû. Di Newroza heman salê de bi xwendina nameya Abdullah Ocalan re pêvajo ket qonaxeke nû. Di Sibata 2015’an de bi daxuyaniya ji aliyê heyeta HDP’ê û wezîrên AKP’ê Dolmabahçeyê deklarasyona hevpar a ji 10 madeyan pêk te, bi raya giştî re hat parvekirin. Di vê pêvajoyê de êrîşên asîmîlasyon, îmha, înkar û qirkirinê yên serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ên li dijî Kurdan her dem berdewam kir. Li dijî Kurdan 'Plana Hilweşînê' ket meriyetê. Êrîşa yekemîn a vê planê, di roja 5'ê Hezîranê de li mîtînga HDP'ê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk hat. Bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re bersiva vê êrîşê hat dayîn. Li hemberî vê bersivê hikûmetê jî polîtîkayên êrîşkariyê xist meriyetê. Erdoganê ku got, "Ez Mutabaqata Dolmabahçeyê nas nakim" herî dawî maseyê quliband. Gava yekem a vê yekê nenaskirina hilbijartinên 7’ê Hezîranê bû. Ev bû sedem ku zêdetir dorpeç û tundiyê. Komkujî li pey hev domiyan.

Rêveberiya Xweser hat îlankirin

Li dijî tundî û qetlîamên zêde dibûn, gel ji bo li bajaran xwe bi rê ve bibe û biparêze rêveberiya xweser îlan kir. Îlankirinên xwerêveberiyê ewil li Şirnex, Silopiya, Cizîr, Nisêbînê dest pê kirin û piştre li Colemêrg, Êlih, Gever, Gumgum, Bilanix, Artemêtan û Îpekyolu, Sûr, Farqîn, Licê, Bazîd û Hîzanê berdewam kir. Piştî îlankirina rêveberiyên xweser li bajaran kevir li ser kevir nema. Bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn, bi sedan ciwan, pîr, jin, zarok û pitik hatin qetilkirin.

Jinan her dem di rêfên herî pêş ên berxwedanê de cih girtin. Di vê pêvajoyê de êrîşên yekîneyên şerê taybet ên dewleta Tirk li dijî jinan jî zêde bûn. Nasname, vîn, beden û azadiya wan hat hedefgirtin. Jinan bi vîn li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan. Sêvê, Fatma û Pakîze jinên pêşengên vê berxwedanê bûn.

Li Kurdistanê cihekî ku neçûbû nemabû

Sêvê Demîr, kesek ku bi salan di nava têkoşînê de cih girtibû. Li gundê Şute yê girêdayî Stewra Mêrdînê ji dayik bû. Jiyana xwe heta kêliya dawî fedayê têkoşîna azadiya Kurd û jinan kir. Di salên 90’î de ji ber zextên dewletê neçar ma bi malbata xwe re koçî navçeya Bismila Amedê bike. Malbata wê, di sala 1995'an de li navçeya Salîhlî ya Manîsayê bi cih bû. Ev çîroka zilm û koçberiyê bû sedem ku Sêvê Demîr di têkoşîna azadiyê de bi awayekî aktîf rola xwe bigre. Sêvê Demîr a ku di nava zeviyên pembû de karkerî kir, di heman demê de di nava xebatan de jî aktîf bû. Sêvê Demîr, herî zêde bi rûyê xwe yê bi ken dihat naskirin. Dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr keça xwe bi van gotinan pênase dikir: “Li Kurdistanê cihekî ku Sêvê neçû tune ye. Diçû her derê. Hemû Kurdistanê dît. Dil, rih û hemû tiştê xwe dabû têkoşînê. Di nava salên ku xebatê dimeşand de bi gelek zextan re rû bi rû ma. 5 salan di girtîgehê de ma û 60 rojan jî di greva birçîbûnê de.” Rêhevalên Sêvê Demîr û gelek jinên ku wê nas dikirin û nakin, piştî qetilkirina wê soza têkoşînê dan.

‘Jinek keyfxweş bû…’

Bi Sêvê Demîr re, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên bi wê re jiyana xwe ji dest dan jî hebûn. Fatma Uyar, di 28’ê Tebaxa 1988’an de li gundê Dihokê wek duyemîn zaroka malbateke xwedî 7 zarokan ji dayik bûbû. Fatmaya ku hê di refa 5’emîn de dev ji dibistanê berda, di 11 saliya xwe de di nava têkoşînê de cih girt. Di destpêka salên 2000’î de, ev jî mîna hemsalên xwe di nava têkoşîna ciwanan de bû. Fatma Uyar a ku ji aliyê hevalên wê ve bi gotinên 'jineke kefxweş' dihat pênasekirin, di sala 2009'an de hat girtin û 5 sal û 3 meh di girtîgehê de ma. Piştî hat berdan yekser li herêmên Serhed û Botanê beşdarî xebatên jinan bû. Fatma Uyar, beriya were qetilkirin di 27 saliya xwe de li Silopiyayê xebatên KJA'yê dimeşand. Fatmaya ku mal bi mal digeriya û jinan bi rêxistin dikir, di dema qedexeya derketina derve de jî yek ji kesên pêşeng bû. Demek kurt beriya jiyana xwe ji dest bide, ji hevala xwe ya zarokatiyê Felek Çakar re wiha gotibû, "Di hundirê min de tiştek heye, weke ez ê şehîd bikevim.” Piştî Fatma Uyar jî zextên li ser malbata wê berdewam kirin. Der barê birayê wê yê ku beşdarî merasîma cenaze bû de lêpirsîn hat vekirin. Dayika wê Hatîce Uyar bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin û girtin. Dayik Hatîce Uyar piştî 2 meh û 10 roj di girtîgehê de ma hat berdan. Hatîce Uyar, da zanîn ku li her derê mîrateya têkoşînê ya ku keça wê Fatma hiştiye, didomîne.

Weke karkera jiyanê hat binavkirin

Pakîze Nayîr ku weke ‘karkera jiyanê’ tê nasîn, di sala 1990’an de li gundê Ziristan ê Silopyayê ji dayik bûye. Pakîze jî heta refa 5 a dibistana seretayî dikaribû bixwîne. Pakîze Nayîr bi salan li bajarên cuda karkeriya çandiniyê kir. Herî dawî li taxa ku lê dima cihê kauforiyê vekir. Êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê bandorek mezin li ser kirin. Cenazeyê kesên ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dan û malbatên ku li deriyê sînor diman pêşwazî dikir û bi wan re eleqedar dibû. Pakîze Nayîr beşdarî atolyeyên cuda yên ku Akademiya Mala Jinê li dar dixist dibû û li wê derê Sêvê Demîr û Fatma Uyar kir. Piştî wê demê bi awayekî aktîftir di xebatan de cih girt. Bû hevseroka meclisa gel a Silopyayê. Pakîze Nayîr piştî ku hat qetilkirin, xwişka wê di dema serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Piştî çend rojan di bin çavan de ma hat berdan. Piştî demek kurt xwişka Pakîze Nayîr careke din hat binçavkirin. Di dadgehê de hat girtin û  piştî salek di girtîgehê de ma hat berdan. Piştre der barê mamê Pakîze Nayîr Celalettîn Nayîr de bi hinceta ku beşdarî mersima cenazeyê Pakîze bûye lêpirsîn hat destpêkirin. Dayika Pakîze Behiye Nayîr ku hê nikare di kolana keça wê lê hatiye qetilkirin de derbas bibe, soz da ku ala keça wê di oxira wê de jiyana xwe ji dest daye bilind bike.

Der barê qetliamê de 8 sal in kes nehatiye darizandin

Di doza Sêvê, Fatma, Pakîze de 8 sal in tu pêşketinek çênebûye. Sê jinên siyasetmedar ên Kurd tevî birîndar bûn û ambulans xwestin, bi saetan hatin rawestandin û piştre bi halê birîndar bi ser wan de careke din gule hatin barandin. Ji sala 2016’an heta niha bi dehan car mijar birin rojeva meclisê û pêşnûmepirs hatin dayîn. Avakirina komîsyona lêkolînê ya meclisê hat xwestin lê belê her daxwaz bêencam ma. Dosyaya lêkolînê di refên tozgirtî de ma. Der barê kiryarên qetliamê de sepandineke hiqûqî nehat pêkanîn. Sêvê, Fatma, Pakîze… Wan heta dawiya jiyana xwe dest ji têkoşîn û berxwedanê bernedan. Di refên herî pêş de bê tirs sê jinên Kurd ji mirinê re meydan xwendin tu caran nayên jibîrkirin, bûn sembol. Îro malbat, hevalên ku wan qet nas nedikirin têkoşîna wan berdewam dikin.