Tantûriyê: Bîr welat e, berxwedanî çîrokeke bêdawî ye
Romana ‘Tantûriyê’ bi navgîniya çend dehsalan ji felaketa 1948’an, sirgûn û koçberiyê re derbas dibe; êşa bîra Filistînê tomar dike û berxwedana mirov, girêdana bi nasnameya xwe û xewna vegerê nîşan dide.
Navenda Nûçeyan – Di romana ‘Tantûriyê’ de, nivîskara misrî Redwa Aşûr ronahiya xwe dide ser gundê Tantûriyê yê Filistînê ku li başûrê Hevayê ye. Ew bi rêya jiyana jineke bi navê Rûqeyê, çîroka welatekî birîndar vedibêje. Rûqeyê di sala 1948’an de, dema felaketa Filistînê jiyaye û şahidiya derxistina gelê xwe ya ji axa wan kiriye. Her wiha kuştin, koçberkirin û windakirinên ku bi vê pêvajoyê re hatiye dîtin.
‘Romanger Redwa di edebiyata erebî de şopeke taybet hiştiye’
Redwa Aşûr (1946–2014) nivîskareke roman, wêjenas, rexnegira wêjeyî û mamosteyeke zanîngehê ya Misrî bû. Ew li Qahîreyê ji dayîk bûye û di sala 1967’an de ji Beşa Zimanê Îngilîzî ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Qahîreyê mezûn bûye. Di sala 1972’an de bawernameya masterê di warê edebiyata berawirdî de stendiye, piştre jî di sala 1975’an de ji Zanîngeha Massachusetts a Dewletên Yekbûyî bawernameya doktorayê di warê wêjeya Efrîkî-Emrîkî de bi dest xistiye. Ew li Zanîngeha Ayn Şemsê wekî mamoste xebitiye û bi berhemên xwe yên romanî û rexneyî di wêjeya Erebî de şopeke taybet hiştiye. Di nav berhemên wê yên herî navdar de “Sêgoşeya Girnatayê”, “Etyaf”, “Ferec” û “Tantûriyê” hene.
‘Tantûriyê bîra felaketa Filistînê û çîroka xewna vegerê vedibêje’
Romana ‘Tantûriyê’ di sala 2010’an de ji aliyê weşanxaneya Dar El-Şuruq ve hatiye weşandin. Navê xwe ji gundê Tantûriyê yê Filistînê girtiye ku li peravê deryayê, li başûrê Hevayê ye. Nivîskar bi vê romanê bîra felaketa Filistînê ya sala 1948’an û komkujî, koçberkirin û derxistina gel ji axa xwe ji nû ve vedijîne.
Roman çîroka keçika Filistînî Rûqeyê vedibêje ku trajediya koçberkirina malbata xwe ya ji gundê wan jiyaye û şahidiya tiştên ku hatine serê gel, mal û welatê wê, kiriye. Bi dengê wê, bûyerên romanê di nav çend dehsalan de dirêj dibin; ji felaketa 1948’an heta destpêka hezarsala nû. Bûyer di navbera Filistîn, Lubnan û Misrê de derbas dibin û jiyana çar nifşan vedibêjin ku penaberî û sirgûnî jiyane, êşa windakirinê kişandine, lê her tim xewna vegerê bi xwe re hilgirtine.
Redwa Aşûr di vê berhemê de bi şiyana xwe ya tevlihevkirina vegotina romanî, belgekirina dîrokî û hestên mirovî cuda dibe. Ew bi awayekî rewan di navbera rabirdû û niha de digere û cihê berfireh dide hûrgiliyên jiyana rojane ya penaberan. Ji jiyana kampan û dijwariyên sirgûniyê bigre heta zewac, dayîkbûn, mezinkirina zarokan û hesreta bêdawî ya mal û gundên ku wan li dû xwe hiştine.
‘Rûqe çîroka her jinek koçber e’
‘Tantûriyê’ ne tenê romaneke li ser felaketa 1948’an e, her wiha belgeyeke wêjeyî ye ku bîra gelekî vediguhêze û wateya berxwedanê, mayîna li ser axa xwe û girêdana bi nasnameyê re nîşan dide. Roman behsa welatekî dike ku gelê wî dikarin ji erdnîgariya wî dûr bixin, lê ew welat di dil û bîra wan de her tim zindî dimîne. Her wiha behsa nifşên ku çîrokê ji hev distînin dike, da ku rastî ji bîr neçe.
Redwa Aşûr bi serkeftinê karîbûye çîroka Rûqeyê ji çarçoveya kesayetiya jineke derxe û wê bike neynika êşa gelêkî bi tevahî. Bi vî awayî, ew piştrast dike ku bîr jî dikare bibe şêweyek ji şêweyên berxwedanê.